NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li bajarê Qamişlo, Şehba û Reqayê ji ber Koronavîrusê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 27 kesên din bi Koronavîrusê ketine, jê 17 jin in û 10 mêr in.
27 kesên bi vîrusê ketine ji van herêman in:
Qamişlo: 12
Dêrik: 2
Hesekê: 4
Rimêlan: 1
Tirbespiyê: 1
Dirbêsiyê: 1
Amûdê: 3
Şehbayê: 3
Ciwan Mistefa daxuyand ku 7 kesên ku bi Koronavîrusê ketibûn, baş bûne.
Tevî hejmara îro 354 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û 58 kes jî baş bûne.