SILÊMANÎ – Rêxistina Jinên Ciwan ên Tekoşer, li dijî destdirêjî, tacîz û tecawîza li ser Jin û zarok û dagirkeriya Tirk kampanyaya bi navê “Em dibêjin NA” îlan kir. Kampanya bi lîstina du tîmên fitbolê yên jinên ciwan destpêkir. Kampanya wê çar meh bidome û gelek çalakiyên civakî, werzîşî, hunerî û fikrî tê de were li darxistin.
Endama Jinên Ciwan ên Tekoşer Lara Abbas di derbarê kampaniya “Em dibêjin NA” de axifî û wiha got; “Em di civakekî zilamsalarî de jiyan dikin. Rê li hemû hezkirin û xwesteka Jin digire. Li bin navê zilamsalarî de azadiya Jin hatiye tunekirin. Rojane li jinên ciwan û li jin û zarokan destdirêjî tê kirin. Em wek Jinên Ciwan ên Tekoşerê Başurê Kurdistanê, bi navê “Em dibêjin NA” destbi kampanyayek kirin. “Ji bo destdirêjî ser jinan NA”, “Ji bo destdirêjî ser zarokan NA” û “Ji bo tecrîdkirina Jinan NA.”
Armanca me di ev kampanyayê de taybet ji bo jinên ciwan azadî û mafê wanê ku hatiye binpêkirin bi dest bixe ye. Em hewl didin ku jinên ciwan bibe xwedî nasnameya xwe.”