STENBOL – Li Stenbolê Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê li dijî dest avêtin, destdirêjî û tundiya li ser jinê di çarçoveya pêngava ‘Bikeve Tevgerê’ hatin gelhev. Jinên Ciwan di çalakiya xwe ya seyranê de govendê girtin, voleybolê lîstin û niqaşan meşandin. Di niqaşên xwe de jinên ciwan derbarê hevpeymana Stenbolê û pirsgirêkên ku jin di nava jiyanê dijîn nerinên xwe anîn ser ziman. Li kêlêka vê jinên ciwan di niqaşên xwe de çareseriya pêş xistin.