NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seferîhîsarê ya Îzmîrê li ser rêya plajê çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de 57 wesayitên ji bo betlaneyê hatibûn, hatin şewitandin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tirkiye ne welatekî tûrîstîk e, ne welateke ku betlane û bêhnvedan lê bê kirin. Tirkiye welatekî welê ye ku faşîzm lê serdest e, zilm li xizanan, li gelê Kurd û gelên herêmê tê kirin. Welatekî şer e.”
Milîsên HBDH’ê ragihand ku Tirkiye ji aliyê desthilatdariyeke faşîst ve tê birêvebirin ku êrişî gelan dike û gotin, “Tûrîstên xwecihî û yên biyanî divê vê rastiya şer bibînin û dest ji tevkariya li tûrîzmê berdin ku çavkaniya fînansî ya faşîzmê ye. Di rewşekê de ku li aliyekî welêt zilm tê kirin, divê li rojavayê welêt mirov xwe ji navendên tûrîzmê vegirin.
Heta ku faşîzm bê hilweşandin û azadî bi ser bikeve; Tirkiye ne cihekî tûrîzmê ye, Tirkiye cografya şer e, berxwedanê ye, têkoşînê ye.”