Ji YPS’ê li Îzmîrê çalakî

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Kerwan Selûl ên YPS'ê li Îzmîrê çalakî li dar xistin.

Têkildarî mijarê daxuyaniyek hate weşandin.

Li gorî daxuyaniyê, di 23’ê Tebaxê de li navçeya Çeşme ya Îzmîrê li bendergeha Marînayê çalakiya sabotajê hate lidarxistin.

Di encama çalakiyê de xisareke mezin li derdora Marînayê bû ku herêmeke tûrîstîk e.

Hate ragihandin ku tûrîstên li herêmê ji tirs û panîkê herêm vala kirin û di encamê de bi 4 milyon dolarî xisar li herêmê bû.

Li gorî daxuyaniyê, êvara 19’ê Tebaxê li navçeya Bornova ya Îzmîrê, li Sîteya Pîşesaziyê ya 5’emîn a Pinarbaşiyê, yekîneyên YPS’ê atolyeya tamîra wesayitan a sîxuran şewitandin. Li gorî daxuyaniyê, di encama şewatê de atolye îmha bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi soza toldana mezin, lêdana her roja derban li dijmin, rêbaza pêkanîna şoreşê ye.”

YPS’ê destnîşan kir ku wê weke silava Çiyageran, tolhildana Ûlaşan agirê tolhildanê heta şewitandina mêtingeriyê geş bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev çalakiyên me ji bo bîranîna Ceren Guneş û Aynûr Ada hatin lidarxistin ku li Rojava dema li dijî dagirkeriyê bi lehengî şer dikin şehîd bûn.”

Nivîsa Pêş