BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Yekîneyên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed di 20’ê Tebaxê de saet di 08.30’an de li dijî qereqola Sire ya artêşa Tirk a dagirker li Şêladiza navçeya Amêdiyê ya Duhokê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtên hewayî yên teqemenî lê hatibûn barkirin bi awayekî serkeftî li hedefên xwe ketin. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin lê hejmara wan nehatiye tespîtkirin.
Vê çalakiya serkeftî ya ji aliyê yekîneyên me yên parastina hewayî bi serkeftî hatiye lidarxistin, ji bo yekemîn şehîda me ya yekîneyên hewayî şehîd Doga Zîlan û ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan a li Heftanînê hatiye kirin.
Di 23’ê Tebaxê de saet di 09.20 û 10.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 4 caran Zozanên Rostê yên qada Goşîne ya Xakurkê bomberdûman kirine.
Di heman rojê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet di 19.30 û 19.45’an de qadên Karker û Saca yên herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê agir bi qada Karkerê ket.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”