STENBOL – Di rojên derbarbûyî Umer Başaran xwestibû xeta xwe ya Türk Telekomê ku li ser navê dayika wî ketibû qeydê betal bike, lê ji ber dayika wî bi tirkî nizanîbû nikaribû bide sekinandin. Karekerên Türk Telekomê ên beşa xizmetê li ser telefonê ji Bariş re gotiye “Em bi tirkî, erebî an jî îngîlîzî em xizmetê didin”, û bi vê hencetê rûye xwe ê faşîzan derxistine holê.
Umer ku eslê xwe ji Elîhê ye, lê li Stenbolê jiyan dike buyerê wiha anî ser ziman: “Xeta karûbarê mişteriyan a telekomê ji min re got ji bo ku tu xeta xwe bide betal kirin, pêwiste ez bi dayîka te re biaxîvim. Min jî jê re got ku dayîka min bi tirkî nizane, tenê bi kurdî dizane. Li ser vê karûbarê mişteriyan got ku ew nikare kare me çareser bikin.”
Umer Başaran ku cara yekem encam negirt, cara duyemin gotinên tirkî ku pêwistbû bihatana gotin fêrî dayîka xwe dike û dîsa li Türk Telekomê digere. Vê carê türk telekomê ev bersiv dide: “Hindek kes dayîkê rêve dibe, ew ne bi îradeya xwe pirsgirêkên xwe tine ziman. Bila dayîk bi îradeyaxwe a azad biaxîve.”
Umer Başaran ku du caran encam negirt, carek din jî li türk telekomê digre û wiha behsa axaftinên xwe li ser telefonê kir: “Ez cara sêymin li türk telekomê geriyam. Min dîsa ji wan re got ku dayîka min tene bi Kurdî dizane. Türk Telekomê got ku ew xizmeta bi Kurdî nade, tenê em dikarin bi tirkî, erebî an jî bi îngîlîzî pirsgirêkên binin ser ziman û ew dikare bi wan zimanan çareseriya bibine. Min dîsa dûbare kir ku dayîka min bi tirkî nizane. Türk Telekomê li ser vê yekê wiha got ‘Zimanê dayîkê li Tirkiyeyê bi tirkî ye, wûn dikarin pirsgirêkên xwe bi tirkî, erebî an jî îngîlîzî binin ser ziman’. Li ser vêmin jî ji wan re got dayîka mim 65 salî ye, ma ew piştî vî emrî fêrî tirkî bibe. Herî dawî türk telekomê got ku ew nikare pirsgirêka me çareser bike û gote biçin cihê dukana türk telekomê.”
Di dawiya axaftina xwe der Umer Başaran ev diyar kir: “Mersele ne ew ku ez jî vê prosedûra karûbarê türk telekomê bi gilî me an jî na. Kêmasiya ku ez dibinim ew ku li Tirkiyeye 35 milyon Kurd jiyan dikin, lê xizmeta bi Kurdî tune. Ev kêmasiyek mezin e.”