NAVENDA NÛÇEYAN
Zagros… Cihê zayîna mirovahiyê, warê xwedawendan… Axa ku gelek zayîn lê pêk hat, gelek tiştên yekemîn li ser ava bû û hebûn lê jîn bû. Warê ku tiştên baş û xweş hembêz dike, rê nade xirabiyê ye Zagros. Dema mirov behsa Zagrosan dike, rêzên çiyayê dirêj û bilid tê bîra mirov. Zagros cihê ku mirovahî xwe nas kir, bi xwe re jiyanê û gerdûnê nas kir, bû heqîqet e. Piştî hezaran salan, nêwiyên xwedawendan li vê warê di oxira bedewiyan li hemberî xwedayên mirinê dîsa ketibûn nav şerekî. Ji bo tiştên aîdê xwe neyê dizîn bi biryar bûn. Her roja derbas dibû hejmarê wan zêde dibû.
Jinekê, ji bo tevlîbûna wan û gehiştina Zagrosan derketibû rê. Berçem Cîlo, di sala 1993’an de berê xwe dabû warê çiyayên bilind, di oxira jiyankirina biharên rastî ji Geverê derdikeve rê. Yek ji kesên ku wê pêşvazî dikir bûm. Bi porê xwe yê weke tavê, sekna xwe ya mexrûr, çavên xwe yên qehweyî û bi dilê xwe yê weke tavê germ weke mînakek li pêşberî min disekinî. Her çiqas di warê fîzîkî de zehmetî dikşand jî, di avêtina gava xwe ya yekemîn a rêwîtiya heqîqetê de teredut nekir. Di her gav avêtinê de hevrazên hîn tîktir derdiket pêşberî wê lê ew di hilkişandina van de dudilî jiyan nedikir.
Bi bersivên xwe yên ji her pirsê re didît weke ku şîfreyên jiyanê veke kelecanê jiyan dikir, diket nav lêgerînên fêrbûna hîn bêhtir tiştan. Şerê tûj a ji hev cûdakirina rast û şaşîtiyan dida, di hindûrê xwe de. Tiştên bedew fikrandin, yên baş xwestin û yên rast pêkanîn taybetmediyê bingehîn a şoreşgeran e. Ji xwe hestên herî bedew bi parvekirinê wate dibîne, hebûn bidest dixe.
Çiya gelek tiştan fêrî mirovan dike. Însan dibîne û hîs dike ku jiyana rast zor û zehmet e lê dema mirov digihe lûtkeyê bayê ku li rûyê mirov dide, destên ku li ber lingên mirov dirêj dibe, çemên ku diherike dibîne û hîs dike; wê demê mirov digihe tehma azadiya rast. Min ceribandinên xwe yê destpêkê yên hatina çiya, bi rêheval Berçem re parvekir. Di demekê kin de him bi xwezayê re him bi rêhevalan re ahengê ava kiribû û bûbû fermandara asî ya çiyayên asî. Berpirsiyartiya wê ya bi fermandartiya mangê destpêkiribû, heyanî Konseya Rêvebir a YJA Star û HGP’ê û Nûnertiya Meclîsa PAJK’ê bilind bûbû. Gelek ji Zagrosan hezkiribû, ji kendalên wê yên kûr heyanî erdê wê yê hişt her cihê wê jiber kiribû.
Rûyê xwe li gola Çarçella ya ku çar demsal bi hevre tê jiyîn dabû, bi rengên bûka baranê rihê xwe xwedî kiribû. Belê, aliyekê gola Çarçella berf, aliyê din bihar, aliyekê din bi gihayên zer e û aliê çaremîn jî di rengê payîzê de ye. Bi nefel, laleyên reng û reng, gulên sor û zer weke bihiştek e.
Di navbera rêheval Berçem a ku salên dirêj li vê derê mabû û diyarê nuwaze de têkiliyek bi hêz ava bûbû. Dema ku ez piştî salan ji nû ve hatim Zagrosan, min carekê din wê dît. Keça nazenîn a bajaran çûbû, li şûna wê fermandarekê bi hêz û berxwedêr hatibû. Adeta ji avên Çarçella, Cîlo, Govendê, Basya û Avaşînê doktrîna Îştar’an vexwaribû. Di dilê wê de tû cihê xirabî, ne xweşiyê nîn bû. Dilê wê yê ku bi bedewiyên gerdûnê ve tijî bûbû, şewqa xwe dida rûyê wê. Ew, weke mînaka jinekê têkoşer çawa bedew dibe û bihêz dibe li pêşberî me disekinî. Êdî gehiştibû wê sirrê ku ‘şîfreya azadiyê li lûtkeyên çiyayan e’. Pê re jiyankirin dihat wateya bi tehma Çarçella ya çar demsal bi hev re tê jiyîn, jiyankirinê. Bi wê re jiyankirin, weke ku bi hemû zindîbûna wê mirov biharê jiyan bike bû. Weke ‘heval’ xîtapkirin herî bedew lê dihat. Wateya pêyva ‘heval’, armancên wekhev û yekbûn e. Ji gazîkirina ‘heval’ a Berçem, bêhna hezkirinê dihat. Weke ku mirov bikeve cîhanêke bi bandor a aîdê jinê.
Sala 2006’an em bi hev re li Zapê di dewreya perwerdê de bûn. Her şev di bin stêrkan de, me behsa gerdûnê û wateya hebûnê dikir. Gelek caran ew bi kesayeta xwe ya henekî reng dida axiftina me û wê kêliyê bê mirin dikir.
Ji bo şoreşgerekê xeyalkirin jî yek ji taybetmendiyên herî bingehîn e. Ûtopyayan destpêkê xeyal dike piştre pêk tîne. Rêheval Berçem jî gelek ji xeyalan û parvekirina xeyalên xwe hezdikir. Xeyalên wî di derbarê pêşeroja mirovahiyê, jinan û zarokan de bû. Rêheval Berçem ji Zagrosan heyanî Xakûrkê, ji Qendîl’ê heyanî Botan’ê, ji Amedê heyanî Garzanê gavên xwe avêt gelek cihên Kurdistanê. Ji Nûrhaq’an heyanî Sason’an, ji Avaşînê heyanî Dîcleyê weke çemê hezkirinê herikî. Ji bo her jinekê ku dixwesr bibe rêwiyê rêya têkoşîna azadiyê, rê nîşan dida. Bi sekna ‘jina ku zorê biser dixe, jina ku azadiyê bi xwe re ava dike’ tevgeriya. Li hemberî mirinê, bi felsefeya bi jiyanîkirina jiyanê tevgeriya.
Hemu tehm û reng di kesayeta ku dixwaze bibe şervanê heqîqetê çê dibe. Rêheval Berçem di wê zanebûnê de bû ku ji bo mirov bikaribe xwe ji xweliyê xwe bi afirîne, divê di nav agirê heqîqetê de bişewite û xxwe ji avêtina agir dûr nedixist. Weke Kurdên ku ji Arî’yan tê, em agir di hindûrê xwe de hildigrin. Di nav germahiya wê agirê de fêr dibin sirrê heqîqetê. Her rêhevalekî me yê bê dawî dibe û her jinekê ku berê xwe dide têkoşînê bi fêrbûna vê sirrê tevdigere.
Ji wan re soza me heye. Soza me pêkanîna jiyanekê azad a weke jin ku hemu xirabiyan, bê edaletiyan bin bixe ye.
Newroz Cizîr