NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî helwesta PDK’ê ya derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên dijî Başûr de diyar kir, hemû dane nîşan didin ku PDK li pişt êrîşa Sîdekanê ya dijî generalên Iraqê heye û got, “Hêvî dikim PDK li pişt vê êrîşê dernekeve.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bû mêvanê bernameya televîzyona Medya Haber û li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker û helwesta PDK’ê nirxandin kirin.
‘Eger PDK rê nede Tirkiye nikare were Sîdekanê’
Duran Kalkan li ser bangeşeya PDK’ê ya wekî, ‘Artêşa Tirk tê Sîdekanê’ bal kişand ku heta PDK rê nede, Tirkiye nikare bi tena xwe bê herêmê û got, “Niha tê gotin, artêşa Tirk tê Sîdekanê. Başe artêşa Tirk çawa tê Sîdekanê? Heya ku PDK destûr nede, artêşa Tirk çawa dikare bê Sîdekanê? Mûmkîn nîne. Encamên ku derdikevin holê nîşan didin ku pêşmerge ne li rex gerîla, li gel artêşa Tirk disekine. Li gel artêşa dagirker disekine.”
‘PDK dewleta Tirk a dagirker weke ji bo xwe hevpeyman hilbijartiye’
Kalkan dazanîn PDK desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji xwe re weke hevpeyman hilbijartiye û ev rexne kir, “ Êrîşên îro faşîzma Tirk a AKP û MHP’ê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne, ti aliyeke wê ya piştgiriya wê bê kirin nîne. Kî bi navê Kurdayetiyê piştgiriyê bide wan xayîne, li Tirkiyeyê jî kî piştgirî bide wan faşîste û qirkere, mêtînger û dijminê Kurd e. PDK niha peywendiya xwe bi desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya Efrînê, Serêkaniyê, Heftanînê dagirkiriye û li gelê sivîl ê Başûrê Kurdistanê dixe, gundên wan vala dike, li generalên Iraqê dixe, disekine û piştgiriyê dide wê. Wê jixwere weke hevpeyman hilbijartiye.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li dijî wesayîta fermandarên artêşa Iraqê ya li herêma Sîdekanê û helwesta PDK’ê ya têkildarî mijarê de jî bal kişand hemû dane nîşan didin ku PDK li pişt êrîşa Sîdekanê ye. Kalkan got: “Hêvî dikim PDK li pişt vê êrîşê dernekeve. daxwaza me di vî alî de ye. Lê weke hevalê Karasû jî gotiye, hemû dane berovajî vê yekê nîşana didin. Destpêkê dema PDK li gel wan fermandaran bûye tiştek nabe, lê piştî ji wir diçin êrîş pêk tê. Rewşeke ku pêwîstiya wê bi îzahê heye.”
‘Pêwîste keç û xort li dijî dijmin bikevin tevgerê’
Ji bo vala derxistina êrîşan jî Kalkan banga bilindkirina têkoşînê li keç û xortên Kurd kir û got, “Divê li dijî van êrîşan, keç û xort beşdarê têkoşîna deşt û çiyayan bibin. Dikarin li nava bajar de jî gerîlatiyê bikin. Li dijî dijmin şer kirin, erka wan a serekeye. Dikarin bi awayeke pir veşartî xwe rêk bixin, derbe li dijminê faşîst, dagirker, xiyanetkar, hevkar û sîxûran bixin.”