HELEB – Bi sedan ciwanên bajarê Helebê li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û wêneyên rêber Abdulla Ocalan û pankartên silavkirina berxwedana Heftenînê hildan û dirûşma “Yan serkeftin yan serkeftin” berz kirin.
Meş ji ber navendê destpê kir û li qada Şehîd Destîna ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Bêrîvan Henan û endama Tevgera Jinên Ciwan Perwîn Qehwe axivîn.
Axaftvanan berxwedana destanî ya parêzvanên Heftenînê bi bîr xistin.
Her wiha destnîşan kirin ku pêwîste ciwan tev li refên berxwedanê li hemberî dewleta Tirk a faşîst bibin. Da ku mafên pêkhateyên herêmê û axa dagirkirî vegerînin.
Her wiha axaftvanan soza mezinkirina asta têkoşînê dan. Meş bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a faşîst bi dawî bû.