BEHDÎNAN – Di daxuyaniya 22’ê Tebaxê de me ragihandibûn ku 17’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiriye, di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî, hevalê me Demhat ê bi fedayî şer kir şehîd bû.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:
Nasnav: Demhat Samet
Nav paşnav: Mûhammed Sagniç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Îsmînas-Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tebaxa 2020’an / Botan
Hevalê me Demhat li nava malbateke welatparêz, dilsozê kevneşopiyên xwe û kedkar ji dayik bû. Li dijî her şwêwe pêkanînên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst xwe parast û ji bo dawî li zilma dewleta faşîst bîne sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de pêvajoyên perwerdeyê hemû bi serketî qedand, di rêbaz û taktîka gerîla ya demê de xwe kûr kir. Her tim xwest li eniya herî pêş a berxwedanê cih bigire û li dijî dewleta faşîst di têkoşînê de bi roleke çalak rabû. Li qada Kato Marînosê li dijî artêşa dagirker bi rojan bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû. Hevalê me Demhat bi têkoşîna xwe, bi sekna xwe ya fedayî ya li eniya berxwedanê, bû meşaleya ku rêya me ya serketinê ronî dike.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye em sersaxiyê gelê welatparêz ê welatparêz dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.