NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan li herêma Serêkaniyê ku ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin teqinek çêbûye. Di teqinê de kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, îro li sûka Serêkaniyê motorek bombebarkirî hate teqandin. Çavkaniyan destnîşan kir ku di encama teqînê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên bajar.