BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“Di 27’ê Tebaxê de saet 22:10’an hêzên me li navçeya Hawêl a Sêrtê li dijî stasyoneke bazê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de stasyona bazê bi temamî îmha bû.
27’ê Tebaxê saet di 15:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”