NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Bersivdanê ragihand ku yekîneyên wan bi çarçoweya ”Pêngava Tolhildanê ya li dijî Mêtinger û Sîxûr-Nokeran” li Amed û Semsûrê çalakî kirin.
Di daxuyaniyê hate gotin Tîmên Bersivdanê yên YPS-JIN’ê 25’ê Tebaxê saet 22.30’an li taxa Şehîdlikê ya Amedê li dijî firoşkarên madeyên hişbirê çalakî kirine, di encama çalakiya sabotajê de firoşkarên madeyên hişbirê ji cihê rûdanê bilez reviyane.
Tîmên Bersivdanê her wiha ragihand 23’yê Tebaxê saet 21.30’an li navçeya Seyrantepe ya Amedê bi bombeyan li markêta A-101’3e dane û di encama çalakiyê de ‘martêka mêtingeran’ ketiye rewşeke ku nema dikare were bikaranîn.
Bi berdewamî hate gotin yekîneyên wan 24’ê Tebaxê li Semsûrê li taxa Altinşehîrê li Sîteya Sinayî ya Biçûk fabrîkeya AKP’yiyekî hatiye şewitandin û di encamê de fabrîka ketiye rewşeke ku nema dikare were bikaranîn.
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Sarya Rozerîn yên YPS-JIN li dawiya daxuyaniyê got li dijî kesên ku civakê dilewitînin wê çalakiyên wan bidomin û bang li civakê kirin ku li dijî fihûşê, madeyên hilbir û îxanetê rabin ser piyan.