ŞEHBA – Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê kom bûn, alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên”Serhildana Jinên ciwan tolhildan e” hildan.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê Gulê Cimo daxuyanî bi zimanê erebî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di dîrokê de jinan di tevahî aliyên jiyanê de ji dabînkirina jiyana zarokên xwe têkoşiya. Bi dehan ji jinên tevgerên jin û famînîst ji xwe re berxwedan hedef û metod girt. Bi wê re jî gelek rêbaz li ser dewlet û civaka navneteweyî ferz kirin, piştre tevgerên berxwedana jinan ku dispêrin mîrasa mezin zêde bûn.
Her ku têkoşîna jinan zêdetir bû, kina dijminahî û zihniyeta mêrdestiya klasîk a ku bi aliyên siyasî û leşkerî li cîhanê serwer e, zêdetir bû. Ev zihniyeta di alavên desthilatû dewlet û aboriyê û hwd de hişt ku jin li gorî berjewendiyên wan bixebitin. Rewşên tundiyên li tevahî cîhanê zêde dibin êdî nayên veşartin, ji ber ku eşkere bûn. Di çarçoveya şerê biyolojiyê (vîrusa koronayê) û nakokiyên wê de, şêweyê tundiya yekser û neyekser ji kuştin, tecawîzkirn, xwekuştin, pêlîstin, revandin û koçberkirina zêdetir bûn. Ev jî li dijî exlaqê civakê ye. Efrîn şahidê her tiştên navborî ye. Bi destê çeteyên girêdayî AKP’ê sûc li dijî jinan tên kirin.
li herêmên Bakurê Sûriyê rewşên xwekuştin û qetilkirinê bi navên cuda hene, ev jî erkên me yên rêxistinî, berxwdan û têkoşînê li hember vê zihniyeta kuvkî û krêt zêdetir dikin.
Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û tevgerên femînîst dikin ku bi lez der barê van sûcên li dijî pêk tên de tev bigerin. Ji ber çend peyman, qanûn û bend têrê nakin ku jinan ji azarên ku tê re derbas dibin rizgar bikin.”
Daxuyanî bi diruşmên bijî têkoşîna jinan bi dawî bû.