KCK’ê Vedat Turkalî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nivîskar û helbestvanê şoreşger Vedat Turkalî ku 29’ê Tebaxê ya 2016’an jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî.

BEHDÎNAN – KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Em sosyalîstê bi nirx, şoreşgerê mezin ê demokrat û nivîskar û helbestwanê bi nirx Vedat Turkalî ku 29’ê Tebaxê ya 2016’an jiyana xwe ji dest dabû bi minet û hurmet bi bîr tînin. Wê gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê wî bi minet û hurmet bi bîr bînin.”

Daxuyanî wiha dom kir: “Vedat Turkalî di tevahiya jiyana xwe de bi kesayeta xwe ya sosyalîst û şoreşger ve têkoşîneke her tim bi îstîqrar bi rê ve biriye. Ji bo perwerdekirina gelên Tirkiyeyê û hêzên civakî xwedî hewldaneke mezin bû. Yek ji mirovên ku ruhê Tirkiyeyê bi hemû dewlemendiyên wê ve bi kûrahî têgihîştibe ye ku kêm tên dîtin. Her tim Tirkiyeyeke Demokratîk ku bibe xwedî jiyana civakî û bedewtirîn erdnîgariya cîhanê ya bi etnîk û baweriyên cuda ve hêvî kiriye. Di vê erdnîgariyê de ji bo ku di serî de Kurd, Elevî û hemû etnîk û bawerî azad û wek hev bijîn heya nefesa xwe ya dawî hewl daye. Avabûna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn hesreta wî ya herî mezin bû. Her wiha bawer kiribû ku şehîdên têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê ya ku 100 sal in li Tirkiyê bi rê ve diçe gihiştiye rewşeke wiha watedar.

Di demeke wisa de ku şovenîzm gihiştiye asta herî bilind, hemû dostên Kurdan tên dûrxistin û li ser kesên ku piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd her cûre zilm tê sepandin de heya henaseya xwe ya dawî dostaniya xwe ya bi nirx a bi gelê Kurd re nîşan daye. Ne tenê bûye dostê gelê Kurd belkî bêyî du dilî û heya dawî pişgirî daye wê têkoşînê. Têkoşîna azadiya gelê Kurd weke têkoşîna xwe zaniye. Baweriya wî bi wê hebû ku ev têkoşînê rolekî mezin di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de lîstiye û wê bilîze. Di jiyana xwe ya ser 90 salan diket de ji bo ku têkoşîna meşandî bi wate be têkoşîna azadiya gelê Kurd girîng dîtiye.

Şoreşgerê mezin û mirovê bi nirx Vedat Turkalî hevalê bi nirx ê Rêber Apo bû. Her çiqasî bi şeklê fîzîkî Rêber Apo nedîtibû jî lê her tim bi hizrandin û sekna xwe ve sipasdarî kiriye; her wiha ne tenê ji bo gelê Kurd belkî ji bo Tirkiyeyê û hemû hemû gelên Rojhilata Navîn jî wek şanseke mezin dîtiye. Bi caran xwestiye ku biçe Îmraliyê encax ji ber ku destûr nedanê nekariye biçe. Hevudu nebînin jî lê bûbûn heval û rêhevalê pir baş ê hevudu. Rêber Apo ji bo watedarkirina jiyana têkoşînî ya wê sosyalîstê bi nirx, bi caran tekez kiriye ku ew têdikoşin.

Vedat Turkalî bi hesret û fikrê xwe ve pêşeroja Tirkiyeyê temsîl kiriye. Wê teqez pêşeroja Tirkiyeyê bi fikir, çalakî û dîrokên têkoşîna Vedat Turkalî, Mîhrî Bellî, Hîkmet Kivilcimli, Mahîr, Denîz, Îbrahîm û Orhan Yilmazkayayan ve şekil bigire. Ger ku wê Tirkiyeyeke Demokratîk ya xwe dispêre biratiya gelan, wekhevî û azadiyê bê afirandin wê ew bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Vedat Turkalî hêvî kiriye bê afirandin. Dema Tirkiye bi hesret, têkoşîn û hizra wan şoreşgerên demokratîk ên bi nirx demokratîk bibe wê demê tevahî pirsgirêkê Tirkiyê çareser bibin. Wê veguhere Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û di heman demê de Rojhilata Navîn a Demokratîk.

Vedat Turkalî bi pêşdîtin û zanebûna xwe ya dîrokî ve dît ku wê Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd ya Azadîxwaz a Jin vê gelê Kurd bike gelekî şoreşger. Tevera Azadiya Kurd û gelê Kurd jî ji bo pêkanîna hesret û bendewariyên şoreşgerê mezin, ya dikeve ser milê wê, wê pêk bîne.

Gelê Kurd wê ti carî Vedat Turkalî ji bîr neke. Vê teqez Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ya ku hesreta wî bû, pêk bîne.”

Nivîsa Pêş