NVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Di roja 30`ê Tebaxê de hevrêyên me Çiya Efrîn û Diyar Efrîn li bajarê Heleb şehîd bûn. Hevrê Çiya Efrîn, piştî ku di şerê berxwedana serdemê de birîndar bû û hetanî niha dihat tedawîkirin, ruxmî hemû hewldanan gihaşt asta şehadetê. Her wiha hevrê Diyar Efrîn jî di encama qezayekê de gihaşt şehadetê.
Hevrêyên me Çiya Efrîn û Diyar Efrîn, bi naskirin têkoşîna şoreşa Rojava ya ku li ser bingeha hebûn û azadiya gelan tê meşandin û ji bandorbûna şerê me yê berxwedanê, her du hevrêyên me tevlî refên me bûn. Hevrê Çiya û Diyar bi hêrsekî mezin li dijî êrîşên ku destkeftiyên gelên me dikin hedef, bibiryardarî sekinîn û gav paşde neavêtin. Di nav şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsiyariyên ku her du hevalên me wergirtibûn, hetanî kêliya dawî jî bi dilsozî û azweriyekî mezin bi cih anîn.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Diyar Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Saîd Mihemed
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Saîd
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 30 Tebax 2020
***
Nasnav: Çiya Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Mehmûd
Navê Dayikê: Fatîme
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 30 Tebax 2020
Em di şexsê her du hevrêyên xwe de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”