NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Bersivdanê ragihandin wan bi çarçoweya, ”Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingeran û sîxûr-nokeran” li dijî stesyona bazê çalakiya sabotajê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin yekîneyên wan ên bersivdanê 29’ê Tebaxê nîvê şevê li dijî stesyona bazê ya Turkcellê ya li navbeyba gundên Gulyolu û Qandîlê ya navçeya Payizaxa çalakiyeke sabotajê kirine û stesyona bazê bi temamî îmha bûye.
Di eynî daxuyaniyê de her wiha hate gotin 31’ê Tebaxê jî li navçeya Efelerê ya Aydinê atolyeyeke mobilyayan hatiye şeiwtandin û atolye ketiye rewşeke wiha ku nema dikare were bikaranîn.
Li dawiya daxuyaniyê hate gotin, ”Em biryardar in, heta ku dewleta Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê necehime em ê nesekinin. Bi desteka gelê me li ser xeta berxwedanê, li her deverê bi her rengî wê çalakiyÊn me bidomin.”