NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina MLKP Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, “Şervanê Yekîneya Gerîla ya Derya Reş a partiya me MLKP FESK’ê û şervanê HBDH’ê hevrê Koray Aspîr 28’ê Tebaxa 2020’an di şerê dijî dewleta Tirk a faşîst mêtinger de şehîd bû.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevrê Koray Aspîr nirxên şoreşgerî di kesayetî û têkoşîna xwe de xiste meriyetê. Li aliyê gelê Kurd, jinan, çîna karker û bindestan li dijî faşîzm, mêtingerî, dagirkerî û sîstema bi serweriya mêr xwedî bawerî û hêza çalakiyê bû.”
MLKP Kurdistan ragihand ku Koray Aspîr neferekî leheng ê gelê Kurd bû û têkoşîna şoreşgerî ya ku li eniya ciwanan dimeşand, li Rojava û Başûrê Kurdistanê gihand asta gerîla.