NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Modernîteya kapîtalîst bi taybetî li ser jinan û ciwanan şerekî qirkirinê didomîne. Di vê serdemê de wexta vî tiştî ye ku em bi berxwedaneke mezin pêkanîna aştiyeke bi rûmet û avakirina dahatûyeke azad pêk bînin. Rojhilata Navîn bûye behra şeran. Li der herê kedxwariyeke mezin heye û ji ber ku lîberalîzm bûye îdeolojiyeke bingehîn tê xwestin ku nirxên civakî werin qedandin.
Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê di vê pêvajoya hilweşandinê de êrîşî jinan, ciwanan û gelan dike û bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze vê rejîmê li ser pêyan bihêle. Bi tenê di hefteyeke dawîn de çar hevalên me yên endamên meclîsa me hatine revandin, gef li wan hatiye xwarin û êşkence li wan hatiye kirin. Li hemberî van êrîş û polîtîkayan ji her çar parçeyên Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê bi pêşengiya ciwanan eniyeke antîfaşîst tê avakirin, ciwanên çepgir, sosyalîst û demokrat li hemberî her cure dagirkerî, paşverûtî û talanê serî hildaye. Rêxistinên ciwanan ên li dinyayê bi pêşengiya ciwanên Kurd diyar dikin ku ew dikarin vê pergalê biguherînin û rêyeke sêyemîn mumkin e.
Kampanyaya me ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya di meha Hezîranê de gihişt asteke mezin. Lê ji ber ku ji bo têkbirina şertên şer û faşîzmê meşeke mezin hewce dike, em kampanyaya xwe vediguherînin kampanyayeke dirêj a ji bo 6 mehan.”
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê derbarê kampanyaya 6 mehan ev tişt diyar kir.
“-Li dijî talankirina xwezayê û qirkirina ekolojîk em dikevin dewrê!
-Li hemberî feraseta mêrserwer a ku kujerên jinan darizîne, em dadikevin qadan.
-Li hemberî pergala perwerdehiyê ya zayendperest kû bûye navenda asîmîlasyon û tunekirina dahatûyê em dadikevin qadan.
-Li hemberî polîtîkaya ku ji sê ciwanan ciwanek bêkar e, em dadikevin qadan.
Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji bo şikandina dîwarên tecrîdê em dadikevin qadan.
-Li hemberî polîtîkayên şerê taybet ê ku dixwaze bi tiryakê û ferzkirina sîxurtiyê ya li ser ciwanan, em dadikevin qadan.
Em bang li ciwanên demokrat, şoreşger, çepgir û sosyalîst dikin ku em ji bo avakirina jiyana nû bi hev re hewl bidin.”