HPG’ê sê Gerîlayên li Çelê û Elbakê Şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Elbakê ya Wanê di dawiya meha Tebaxê de şehîd bûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, “Di encama şer de artêşa Tirk a dagirker derbên giran ji hêzênme xwar û êrişeke giran a hewayî bir ser herêmê. Di encama êrişa hewayî de hevalê me Merwan şehîd bû, hevrêyê me Sînan jî birîndar bû. Hevrêyê me Sînan ku li dijî hêzên dagirker ên xwestin li qadê bi pêş ve biçin heta fîşeka dawî şer kir, ji bo dîl nekeve destê dagirkeran bi fîşeka xwe ya dawî xwe şehîd xist.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Mervan Derîk

Nav paşnav: Aytaç Aydemîr

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Aysel-Nûrettîn

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Tebaxa 2020 / Çelê

 

Nasnav: Sînan Demhat

Nav paşnav: Savaş Temel

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Nazmiye-Mûzaffer

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Tebaxa 2020 / Çelê

HPG’ê her wiha ragihand ku li Elbakê gerîlayek şehîd bûye: “25’ê Tebaxê li navçeya Elbak a Wanê li qada Sipirizê di navbera hevalê me yê bi erka xwe radibû û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Hevalê me Huseyî ku di vî şerî de heta fîşeka dawî bi lehengî şer kir, şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de li ser nasnameya gerîlayê şehîd bû ev agahî hate parvekirin:

Nasnav: Huseyîn Başkale

Nav paşnav: Bariş Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sakîne-Felemez

Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tebaxa 2020 / Elbak

 

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

“Hevalê me Huseyîn li nava malbateke welatparêz ku bi nirxên xwe ve girêdayî ye ji dayik bû. Li dijî kiryarên nijadperest ên dewleta Tirk a dagirker û qirker ji bo têbikoşe sala 2013’an tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevalê me Huseyîn ku bi kelecan û daxwaza xwe ya têkoşînê dihate naskirin, li gelek qadan wezîfeyên girÎng bi cih anî û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anî. Li Botanê ji bo pratîka gerîlatiyê bidomîne hewldaneke mezin da û bi tena serê xwe li dijî artêşa dagirker berxwedaneke mezin nîşan da. Bû yek ji lehengên pêşeng ên Botanê. Hevalê me Huseyîn bi rêbaza fedayî ya Apoyî li dijî dijmin li ber xwe da û wê her tim ji bo têkoşîna me bibe çavkaniya sûdwergirtinê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna şehîdan a pîroz derkevin.”

LI COLEMÊRGÊ OPERASYONA DAGIRKERIYÊ

Di daxuyaniya HPG’ê de hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker şeva 31’ê Tebaxê li qada Çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê dest bi operasyonekê kiriye û operasyon bi kemînên yekîneyên veşartî dewam dike.

BOMBE LI XAKURKÊ Û AVAŞÎN HATIN BARANDIN

Di dewama daxuyaniyê de li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hate dayin:

“1’ê Îlonê saet di navbera 22:20 û 23:20’î balafirên şer bombe li qada Sininê ya herêma Xakurkê barandin.

Heman rojê saet di 22:30’î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê û saet di 21:50’î de qadên Şikefta Birîndaran û Kurojahro yên Zapê hatin bombekirin.”

 

Nivîsa Pêş