KOBANÊ – Bi sedan ciwanên şoreşger ên herêma Firatê li ber Navenda Ciwanan a bajarê Kobanê kom bûn û tev li meşê bû.
Meş ji qada Azadî ya bajarê Kobanê destpê kir û di nav kolana Stasyon, qada Jina Azad re derbas bû û li ber parka 19`ê Tîrmehê rawestî.
Ciwanan sloganên şermezarkirina êrişkera Tirk û banga mezinkirina têkoşîna li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd berz kirin.
Meş li ber Parka 19`ê Tîrmehê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Ciwanên Şoreşger Ehmed Derwîş axivî û bang li ciwanan li gelemperiya Kurdistanê kir ku têkoşîna li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bidomînin û mezin bikin.
Di dawiya meşê de, sînevizyonek girêdayî berxwedan û têkoşîna gerîlayên HPG`ê li çiyayên Kurdistanê û fedekariyên ku ji bo parastina gelê Kurd pêşkêş dikin hate pêşendan.