NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayên HPG û YJA-Star li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi çalakiyên bibandor bersivên xurt didin. Li gorî encamên ku di daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê tên dayîn hêzên HPG/YJA-Star ên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Cenga Heftanînê de heta niha 294 dagirker kuştine, 9 helîkopter derbkirine û 15 kozik/çeper ê dijmin rûxandine.
Dewleta tirk a dagirker di 16’ê Hezîrana 2020’an êrîşên xwe li ser Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Heftanînê da destpê kirin, lê hêzên Gerîla bi çalakiyên xurt derbên giran li dijmin xistin.
Ji 16’ê Hezîrana 2020’an ku Gerîlayên HPG/YJA-Star dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker Pêngava Şoreşgerî a Cenga Heftanînê da destpê kirin heta roja îro bîlançoyek giran ji bo dijminê dagirker derket holê. Di nava 79 rojan de bi giştî 294 leşker/cerdevanên dagirkeriya tirk hatine kuştin, 9 helîkopterê tîpa Kobra hatine derbkirin û 15 kozik/çeperê dijmin bi temamî hatine rûxandin.
Dewleta tirk a dagirker ku dixwaze bi rêbazên Şerê Taybet wendahiyên xwe ên li Heftanîn veşerê, bi daxuyaniyên HPG’ê û dimên Gerîla TV vala derdikeve. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê û Gerîla TV encamên çalakiyên hêzên Gerîla hem nivîskî hem jî ditbarî ji cihanê re radigîhine û bi vî awayî derewên dewleta tirk a dagirker vala derdixe.