COLEMÊRG – Malbatê cenzeyê gerîlayê HPG’ê Muhammed Sagniç bi nasnav Demhat Samet ku di şerekî yê operasyona 17’ê Tebaxê ku li devera Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bûbû, ji Colemêrgê girt, ji bo definkirinê ber bi Wanê ketin rê. Piştî testa DNA’yê û şûnde cenzeyê Sagniç ji aliyê malbatê ve hate girtin, tê payîn ku îşev veşêrin.
HPG’ê têkildarî şerê ku Sagniç têde şehîd bûbû ev gotibû: “Hevalê me Demhat li nava malbateke welatparêz, dilsozê kevneşopiyên xwe û kedkar ji dayik bû. Li dijî her şwêwe pêkanînên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst xwe parast û ji bo dawî li zilma dewleta faşîst bîne sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de pêvajoyên perwerdeyê hemû bi serketî qedand, di rêbaz û taktîka gerîla ya demê de xwe kûr kir. Her tim xwest li eniya herî pêş a berxwedanê cih bigire û li dijî dewleta faşîst di têkoşînê de bi roleke çalak rabû. Li qada Kato Marînosê li dijî artêşa dagirker bi rojan bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû. Hevalê me Demhat bi têkoşîna xwe, bi sekna xwe ya fedayî ya li eniya berxwedanê, bû meşaleya ku rêya me ya serketinê ronî dike.”