Meşa Dirêj bi dirûşma “Ji bo Rêber Apo Azadî, Bi Hev re Serhildan” dest pê kir

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîstan ên li Ewropayê dijîn destpê kir.

CIWAN QEDEXEYA ELMANYA NASNAKIN

Meşa ciwana bi kombûna saetên sibê û dayîna daxuyaniyekê û şûnde destpê kir. Hê çalakî destpê nekirî polîsên Elman dirûşmên têkildarî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê qedexe kirin. Posterên  Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPJ, alên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan YXK û JXK’ê jî hatin qedexekirin.

Tevî van qedexe û provakasyonên polîsên Elman çalakiya Meşa dirêj bi daxuyaniyên aktivîstên TEKO-JIN, TCŞ,, FED-MED û Antîfa bi coş destpê kir. Di daxuyaniyan de hevkariya qirker a Elman-dewleta Tirk hate protestokirin, hate gotin ku divê ciwan neyên provakasyonan û heta dawî çalakiya xwe bidomînin.

Tevî qedexeyan ciwanan bi dirûşmên Elmanî û Kurdî azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didomînin, Cenga Heftanînê silav dikin.

Beşa Meşa Dirêj a Hannover a di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ ku bi pêşengtiya jinên ciwan destpê kir, ciwanê Kurd Halîm Dener dema sala 1994’an afîşa ERNK’ê didaliqand ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin bibîr anî, ciwan wê ber bi nuqteya ku Dener hatî qetilkirin bimeşin.

Nivîsa Pêş