HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetên êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Hêzên Gerîla bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Wêneyên ji Heftanîn ku gihişt ajansa me, moral, coş, û berxwedaniya hêzên Gerîla derdixe pêşberî çavan. Di wêneyan de serkeftina hêzên Gerîla çiqas mezine derdikeve pêş.
Amadekariyên beriya çalakiyan û coşa hêzên Gerîla piştî çalakiyan, moralên wan ê asta jor de, jiyana Gerîlayên di nava Cenga Heftanînê derdixe holê. Coş û Moralê hêzên Gerîlayên di nava Cenga Heftanînê wek şeqamekê li rûyê Şerê Taybet ê dewleta tirk a dagirker dikeve.
Lehengên berxwedana Cenga Heftanîn dê wekî pisporên şer derbasî dîrokê bibin.
Coş û Moralê hêzên Gerîlayên di nava Cenga Heftanînê wek şeqamekê li rûyê Şerê Taybet ê dewleta tirk a dagirker dikeve.
Lehengên berxwedana Cenga Heftanînê bi tîpên zêrîn cihê xwe di dîroka mirovahiyê de girtin.
Ciwan hêvîyên mezin didin. Wekî qurteka ava Kanîyê Êrê yê Heftanînê ne.