NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tîmên Bersivdanê di çarçoveya “Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran” de li dijî şewitandina daristanên Çiyayê Cûdî wan çalakiyên bersivdanê li dar xistine.
Li gorî daxuyaniyê, di 8’ê Îlonê de febrîqeya tekstîlê ya li navçeya Menemen a Îzmîrê hate şewitandin.
Heman rojê li navçeya Efeler a Aydinê jî agir bi sîteya pîşesaziyê ya li kolana Sanayî Alti ya taxa Zeybekê hate xistin, xisar li derdora sîteyê û wesayitên lê bû.
Her wiha hate ragihandin ku li navçeya Bozdogan a Aydinê di 8’ê Îlonê de li dijî santrala elektrîkê çalakiya sabotajê hate lidarxistin û di encamê de santrala elektrîkê bi temamî îmha bû.
Li navçeya Kepez a Antalyayê jî di 31’ê Tebaxê de avahiya endamekî MHP’ê hate şewitandin.
Tîmên Bersivdanê hişyarî da û diyar kir, “Eger daristanên Çiyayê Cûdî tê şewitandin, hingî wê Tirkiye jî bê şewitandin.”