QAMISLO – Îro li bajarê Qamişlo çalakiyek di çarçoveya pêngava “Em dibêjin NA” hate lidar xistin. Çalakî li ber saziya parastina mafê mirovan pêk hat.
Bi tevlîbûna bi dehan ciwan û zarokên ji herêma Cizîrê, binpêkkirina mafan, kuştin û êşkenceyên dijî zarokên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk a qirker ve hatine dagirker şermezar kirin. Di çalakiyê taybet bal kişandan ser êşkenceyên ku li zarokên Efrînê tê kirin û vê yekê bi tundî şermezar kirin.
Li ser navê tevgera jinên ciwan Hebûn Xelef daxwiyanî xwend û 5 ji endamên tegera jinên ciwan derbasî saziya mafên mîrovan bûn. Jinên Ciwan ji wan re diyar kir ku bêdengiya wan nayê qebûl kirin pêwîste li hemberî qetilkirina zarokan helwesta xwe bidin nîşan kirin. Çalakî bi şanoyekî ku zarok pêşkêş kirin bidawî bû.