BEHDÎNAN – Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
“Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê li Rojhilata Navîn ku sala 1991’ê bi dagirkeriya Saddam a li Qûweytê û bi destwerdana leşkerî ya yekser a DYE’yê ya bi hevalbendê xwe re dest pê kir, 30 sal in dewam dike. Di nava 30 salî de ji her temenî bi milyonan mirovî jiyana xwe ji dest dan-birîndar bûn, bi milyonan mirov jî ji cih û warê xwe bûn. Ev şer hîn bi rengekî piraktorî dewam dike. Ji ber karakterê kapîtalîzma global, welatên kapîtalîst emperyalîst mîna şerê cîhanê yê 1’emîn û 2’emîn ji eniyê ve yekser tevlî şer nebûn, lewma pêvajo dirêj dibe. Hêzên xwecihî jî bi rengekî berfireh tevlî Şerê Cîhanê yê 3’emîn dibin.
Yek ji aktorên sereke ku yekser an jî neyekser tevlî Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê li Rojhilata Navîn dibe, dewleta Tirk a bi desthilatdariya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ye. Piştî komploya navneteweyî ya ku DYE’yê beriya destwerdana berfireh a li Rojhilata Navîn li dijî Rêber Apo pêk anî, AKP anîn ser desthilatdariyê. DYE’yê dixwest, di destwerdana Rojhilata Navîn de Tirkiyeyê bi kar bîne ku partiyeke hevkar a Îslamiya siyasî lê desthilatdar e. Avaniya dewleta Tirk a mêtinger qirker jî bi esareta Rêber Apo re hesabê wê yekê dikir ku PKK wê tasfiye bibe, lewma rol da AKP’ê ku bi karakterê xwe yê Îslamî Kurdan ji nû ve bixe nava sîstema qirker. Projeya darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê ku dixwest Îslam a siyasî tevlî nava sîstemê bike û bi vî rengî plana qirkirina Kurdan bi ser bixîne, radestî desthilatdariya AKP’ê hate kirin. Tayyîp Erdogan sala 2003’an dema ku pirsa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd jê hate pirsîn, weke bersivê got ‘eger hûn lê nefikirin, hingî pirsgirêk tune ye’. Bi vê bersiva xwe re nêrîna dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ya li pirsgirêka Kurd bi rengekî eşkere raxist pêş çavan.
DI 31’Ê COTMEHA 2014’AN DE BIRYAR HATE DAYIN KU PLANA TÊKBIRINÊ BI CIH BÊ ANÎN
Desthilatdariya AKP’ê heta sala 2014’an gelek rê û rêbaz bi kar anî û li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd şerekî taybet meşand. Lê belê piştî ku hate fêhmkirin, bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk Tevgera Azadiyê ya Kurd nikare bê kontrolkirin û tasfiyekirin, di havîna 2014’an de Plana Têkbirinê hate amadekirin û di 31’ê Cotmeha 2014’an de di civîna MGK’ê de biryara bicihanîna vê planê hate dayin. Rêber Apo li dijî vê yekê projeyeke çareseriyê ya ji 3’ê qonaxan danî holê û xwest pêşî li vê planê bigire. Hewl da tifaqê di nava hêzên demokrasiyê de çêbike û li nava siyaseta Tirkiyeyê bi bandor bike. Hêzên ku Plana Têkbirinê amade kirin, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd destpêkê bi DAÎŞ’ê re tifaq kirin. Piştî 7’ê Hezîranê bi MHP û Ergenekonê re tifaq danîn û ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibin, dest bi êrişê kirin. Desthilatdariya AKP’ê li ser bingeha tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd xwest ku projeya bicihkirina Îslam a siyasî ya bi 12’ê Îlonê re dest pê kir, bi Fethûllahiyan re pêk bîne, lê piştî sala 2014’an xwest bi MHP û Ergenekonê li ser bingeha Îslama siyasî ji nû ve şekil bide dewletê. Plana Têkbirinê wê li ser bingeha tifaqeke bi vî rengî bihata meşandin û Kurd bihata qirkirin.
XWEST HEGEMONYA OSMANIYA NÛ AVA BIKE
Bi Plana Têkbirinê ya 2014’an re ne tenê êrişa ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd dane destpêkirin. Di heman demê de li ser bingeha tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd plana wê kir ku bi dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê re li ser xaka ku Osmaniyan hikum lê dikirn, ji nû ve hegemonya Osmaniya nû ava bike. Dewleta Tirk ku heta wê rojê polîtîkaya parastina sînorên siyasî yên heyî dimeşand, bi Plana Têkbirinê re polîtîkaya xwe ya derve jî guhert. Xala bingehîn a ku bû sedem ku dewleta Tirk vê polîtîkaya xwe biguherîne, xurbûna Kurdan a li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû. Di nava şert û mercên belavbûna sîstema ku bi Şerê Cîhanê yê 1’emîn de hate avakirin, Kurdan ev hêza xwe bi kar anîn û têkoşîna bidestxistina azadiya xwe ya civakî û siyasî meşandin. Ev têkoşîna Kurdan wê stratejiya dewleta Tirk têk bibira ku li ser bingeha qirkirina Kurdan dabû rûniştandin û dixwest Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk. Ji bo pêşî têkçûna vê polîtîkaya qirker bigire, li dijî Kurdan dest bi êrişa Têkbirinê kir. Bi vî rengî, çawa ku di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de Ermen, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Pontûs û Rûm ên li Anatoliyê qir kir, di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de jî xwest, sûdê ji nakokiyên navbera dewletan werbigire û Kurdan qir bike. Kurd hemû, ji bo karibin di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de polîtîkayeke rast bimeşînin û têkoşîneke rast bidomînin, pêwîste vê rastiyê bi xurtî têbigihêjin.
Şerê cîhanê û şerê herêmî di diyarkirina çarenûsa gelan û cografyayan de timî gelekî bi bandor bûne. Kurdistan li navenda Rojhilata navîn e ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn lê diqewime. Rengê nû yê siyasî yê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye wê rêveçûna siyasî, leşkerî, civakî, çandî û aborî ya li Rojhilata Navîn diyar bike. Ji ber vê yekê, Kurd ji bo mîna dema piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn di nava sîstema mêtinger qirker de nemînin divê gelekî bi hesasiyet û hay ji xwe heyî tevbigerin.
Kurdan li her parçeyên Kurdistanê hin destketî bi dest xistine û derfetên xwe yên bidestxistina jiyana demokratîk û azad zêde kirine. Lê belê hêza ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike dewleta Tirk a mêtinger qirker e ku dixwaze bi guhertina demografiyê, bi rêya çandî û fîzîkî Kurdan tune bike. Bi gotina ‘Lozan têkçûn bû’ daxwaz û armanca xwe bi rengekî eşkere nîşan da ku dixwaze li ser xaka berê ya Osmaniyan di serî de li ser Kurdistanê bi temamî serwer be. Lewma di hedefa dewleta Tirk de ne tenê têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li Bakurê Kurdistanê heye. Êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava, avakirina bi dehan baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ku xwe gihandiye heta nêzî Mûsilê, bombardûmana bênavber a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û Şehrezorê, daxwaza dagirkirina qadên çiyayî yên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê nîşane û delîlên vê rastiyê ne. Lewma êriş û polîtîkayên dewleta Tirk gelê Kurd hemûyan eleqedar dike. Di rewşa heyî de gelê me û hêzên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê, divê helwest û têkoşîna xwe ya esasî li dijî dewleta Tirk bimeşînin. Eger polîtîka û êrişên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistaniyan hemûyan ve weke pirsgirêkeke man-nemanê neyê dîtin, ne polîtîkayeke rast dikare bê meşandin, ne jî têkoşîneke ku karibe pêşî li qirkirinê bigire bê kirin. Wê rewşeke metirsîdar a ji pergala piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn ava bû bêhtir xetere rû bide.
EGER KURD YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN, DIKARIN BIBIN EW GELÊ HERÎ SERKETÎ YÊ ROJHILATA NAVÎN
Di nava delweta Tirk a mêtinger qirker de ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, zîhniyeteke welê ya qirker û mêtinger heye ku ev zîhniyet bi Împaratoriya Osmanî re jî tune bû. Lê belê berevajî dema Şerê Cîhanê yê 1’emîn gelê Kurd êdî xwedî hişmendiya neteweyî ye, xwedî siyaseta neteweya demokratîk e û li ser vê bingehê bûye civakeke rêxistinbûyî. Hêza rêxistinbûna leşkerî û têkoşînê yekemcar di vê astê de bilind bûye. Dema ku sîstema qirker a piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn li ser Kurdan ava bûbû ji hev belav bû, Kurd gihîştin hêzeke girîng a neteweyî, civakî, siyasî û leşkerî. Li aliyê din, Kurdên ku weke ‘Gelê bêparêzer’ dihate pênasekirin, niha li dinyayê bûye yek ji wan gelan ku herî zêde bi sempatî lê tê temaşekirin. Bi taybetî bi zîhniyeta xwe ya demokratîk, bi lêgerîna xwe ya li neteweya demokratîk, bi karakterê xwe yê azadîparêziya jinê û bi nêzîkatiyên xwe yên civaka ekolojîk û eko-endustriyê, bi baldarî tê şopandin û weke mînak tên nîşandan. Ev yek jî têkoşîna Kurdan xurtir dike. Eger Kurd yekîtiya xwe xurt bikin, eger rastiay dijmin baş nas bikin, polîtîkayeke rast bimeşînin û têkoşîneke bi bandor bidin, wê di nava şert û mercên heyî yên Rojhilata Navîn de bibe ew hêz ku herî zêde bi ser ketiye. Ev derfet hene.
Di mijara bihêzbûna gelê Kurd de ya li hemû parçeyên Kurdistanê û bihêzbûna wan a li Rojhliata Navîn xeta polîtîk-îdeolojîk a Rêber Apo û hêza Rêbertî xwedî roleke girîng e. Bêguman hêzên din ên siyasî yên Kurd jî, gelê me yê li her parçeyî jî têkoşîneke bi berdêlên giran dane. Lê belê têkoşîna PKK’ê ya li hemû parçeyên Kurdistanê û birêxistinkirina Kurdan a li her devera cîhanê, kiriye ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn bibe hêzeke girîng a siyasî, civakî û leşkerî. Paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo, Kurd kiriye hêza herî hedem a siyasî û îdeolojîk, Kurd veguherandiye gelê herî pêşketî yê sedsala 21’ê. Karakterê rêxistinî û berxwedêrî yê Kurdan ku di xeta Rêber Apo de bû xwedî hêz, planên dewleta Tirk ser û bin kir û wê Kurdan bike hêzeke welê ku pêşî lê nayê girtin. Eger pêşî li vê xurtbûnê neyê girtin, ne tenê jiyana azad û demokratîk a Kurdan her wiha wê demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî pêk were. Dewleta Tirk piştî ku ev rastî dît, derfetên xwe hemû ji bo tasfiyekirina xeta demokratîk şoreşger a Rêber Apo bi kar anî. PDK jî bi berjewendiyên teng ên partiyî tevgeriya û ji bo nehêle xeta Rêber Apo li Kurdistanê veguhere hêza herî bi bandor, ji bo vê xetê lawaz bike di serî de bi dewleta Tirk re bi hêzên cuda re têkilî danî. DYE ku di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de dixwaze Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike, dixwaze PKK’ê lawaz bike û bê bandor bike. Bi vî rengî hêzên siyasî hemû yên ku naxwazin Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn demokratîk bibin, li ser tasfiyekirina PKK’ê bûne hevkar. Ev rastî nîşan dide ku tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi kîjan armancê tê meşandin.
Dewleta Tirk tevî ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bo bêbandorkirin û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê hêzên cuda ve weke hêza esasî tê bikaranîn. Divê bê destnîşankirin, ku nedîtina rastiya dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bo PDK’ê xefleteke giran e. Ev jî xusûseke ku li hemû parçeyên Kurdistanê, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd lawaz dike û dixe nava metirsiyê. Halbûkî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ne tenê li ser Bakur û Rojava, her wiha li ser Başûr jî metirsiyeke mezin e. Gef li destketiyên Başûrê Kurdistanê tê xwarin. Eger gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li ber dewleta Tirk ranebe wê dewleta Tirk sûdê ji vê rewşa parçebûyî werbigire, dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bike û di nava konjonktura siyasî de dema ku firsend dît wê polîtîkaya xwe ya desteserkirina Mûsil û Kerkûkê bixe meriyetê. Ev ne texmîneke, ev yek armanceke dewleta Tirk e ku rayedarên wan gelek caran anîne ziman.
Eger Şerê Cîhanê yê 3’emîn li Rojhilata Navîn dewam dike û Kurdistan jî li navenda vî şerî ye; wê demê ev rastî nîşan dide ku li ser Kurdistanê têkoşîneke mezin a siyasî heye. Êrişên Tirkiyeyê yên li Bakur, dagirkeriya li Rojava û li dijî vê yekê têkoşîna xurt a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê; têkoşîna leşkerî û siyasî ya li ser Başûr ku rojane tê meşandin, neçareserbûna pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê; êrişên dewleta Tirk ên li dijî hêzên azadiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê nîşan didin ku Kurdistan di bin şer û têkoşîneke mezin a siyasî de ye. Di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de ku kaoseke mezin a civakî û siyasî lê heye, her hêz dixwaze destê xwe xurt bike û di hevsengiyên nû de xwedî avantaj be. Ji bo gelê Kurd ku di sedsala 20’an de qirkirin lê hate ferzkirin û di sedsala 21’ê de derfetên mezin ên azadiyê jê re peyda bûne, ev rastî hîn bêhtir derbasdar e. Di nava vî şerê giran de eger Kurd polîtîkayeke bi bandor nemeşînin, eger xwe nespêrin hêza xwe û têkoşîneke mezin nedin, wê vê firsenda mezin a dîrokî ji dest bidin. Lewma girîng e ku Kurd di vê demê de ji her alî ve bi berpirsyarî tevbigerin, tenê berê xwe bidin têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi yekîtiya demokratîk a neteweyî têkoşîna xwe mezin bikin. Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de eger tenê li têkoşînê were temaşekirin ku gelek hêz di nav de ye, wê destketiyên nû neyên bidestxistin, jê wêdetir yên heyî jî dikarin ji dest biçin.
EGER KURD TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DI ASTA PÊNGAVÎ DE BIMEŞÎNIN DIKARIN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK TÊK BIBIN
Dewleta Tirk a mêtinger qirker di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqîne, ji bo Kurdan qir bike û xeyala xwe ya bûyîna dewleta mezin a di genê wan de heye pêk bîne, polîtîkaya xwe ya hundir û derve bi temamî li ser şer daye rûniştandin. Bi taybetî li dijî gelê Kurd li her cihî polîtîkaya şer dimeşîne. Dewleta Tirk ne tenê dijminê Bakurê Kurdistanê ye, dijminê sereke yê hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev rastî li Kurdan ferz dike ku li dijî dewleta Tirk li hemû parçeyan têkoşînê bimeşîne. Nepêkane ku bi têkoşîneke ji rêzê û ji hev parçebûyî bersiv ji êrişên dewleta Tirk a mêtinger qirker re bê dayin. Eger Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîneke hevpar û paralel di asta pêngavî de bimeşînin hingî ev êrişên dewleta Tirk dikarin bên têkbirin; ev mêtingeriya qirker êrişkar dikare bê hilweşandin û metirsiya li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin.
Tirkiye ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê lê desthilatdar e, li hundir li dijî Kurdan, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, li derve jî li dijî parçeyên din ên Kurdistanê, welatên din ên herêmê û gelan di nava êrişê de bin jî ne xwedî wê hêzê ye ku karibe di van êrişên xwe de bi ser bikeve. Desthilatdariya ku xwe dispêre tifaqa AKP-MHP’ê, li hundir bêhêz e, li derve jî eniyeke berfireh li dijî xwe vekiriye. Ji asta; li Rojhilata Navîn û bi cîranê xwe re bêpirsgirêk, gihîşte asta ku li dijî her hêza siyasî û dewletê şer dike. Bi şerê li hundir û derve dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne, lê ne tenê desthilatdariya xwe her wiha tevahiya Tirkiyeyê xistiye nava metirsî û rîskê. Hewl dide bi polîtîkaya şer a li hundir û derve lawaziya xwe ji holê rake, lê belê ev polîtîka gihîştiye wê nuqteyê ku dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bîne. Ji bo ji nava vê rewşê derkeve serî li polîtîkaya şantaj û gefê dide, lê belê ev rêbaz vê desthilatdariyê bêhtir dixitimîne.
Agahiyên berfireh tên…