NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan” pêk tê û ji bajarên cuda yên Ewropayê gelek ciwanên Kud û enternasyonalîst tevlî bûne.
Di roja şeşemîn de polîsên Elman hewl didin nehêlin ku ciwan derbasî Hambûrgê bibin.
polîsên Elman bi hincetên bêbingeh hewl didin meşê asteng bikin.
Heman çavkanî diyar kir ku polîs ji destpêkê ve hewl didin meşa bi destûr asteng bikin.
Çalakger ragihand ku beriya niha jî polîsan hewl dan rêgeha meşê ya ku destûr jê re hatibû dayin biguherîne û tevî ku meş ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e hildana posterên Ocalan jî qedexe kirine.
Çalakgeran gotin, “Tevî her timî jî em aram man. Hevkarên dewleta Tirk a faşîst hewl didin êrişî me bikin û meşê rawestînin.”