ÇEMÇEMAL – Jinanî Gencanî Têkoşer neqebûl kirina xwe ya ji bo kuştina her du xwişkên hev ên ku bi destê bavê xwe hatibûn qetilkirin bi daxuyaniyekê ragihandin.
Daxuyaniya Jinanî Gencanî Têkoşer wiha ye;
Bi hezaran sal jin tên kuştin û tecawizkirin û tune kirin di bin navê şeref û namûsê û her wekî din.. Nîv mirov sî û parsûyê xwar yê zilam hat hesbandin hemû hêz û afrîneriya wê hat paşguh kirin lê ew her bi israr berxweda û xwe da isbat kirin ta ku li pir dem û cihên cûda bû sembola berxwedanî hêz û fedekariyê lê aqilê zilamê desthilatdar ev barnekir û kete hewildana vala derxistina ew serkeftinan û tola binkeftinên xwe rakirin carna li pazaran firotin û carnan tecawizkirin û pir caran di bin navê namûsê de hat qetil kirin.
Diho Sêwa qadir û Ceylana biçûk ya li ber pez bû û îro jî bi hezaran mîna wan û herî dawî jî ew herdû xwişkên ku li Çemçemal di bin navê parastin û pak kirina namûsê li ser destê bavên xwe bi xwîneke sar hatin qetil kirin wek ku mafê zilame kengî bixwze dikane jin bikûje ji ber ew mûlkê wiye tucarî wek insan nehat hesbandin.
Wek rexrawî Jinanî Gencanî Têkoşer li Çemçemal em dibêjin “Na ji bo qetilkirina jin” êdî em qebûl nakin yeke din ji me were qetil kirin bi destê zihniyeta berber a zilamsalar û sozdidin tola hemû jinan rakin ta ku bighêjin ew roja ku tevahî cîhan bibe Şahidê serkeftina jin û hemû zihniyetên desthilatdar ji holê rakin.