BEHDÎNAN
Dema mirov madeyên hişber vexwe yan jî cureyên din yên madeyên serxûşiyê bikar bîn ser hişê xwe ve diçe. Êdî tiştên dervayî aqil dike. Dibe ku êrîşî bav û dayika xwe jî bike. Dibe ku biçe û cureyekî bê exlaqiyê jî pêk bîne. Ji ber êdî hişê wî nîne. Nikare li ser gotin û pratîkê xwe hakim be. Lê tişta erênî di vê serxûşiyê de ew e ku wê piştî demekê dîsa wê were ser hişê xwe û piratîka xwe nasbike, bi zane çi zerar daye hawirdûrê xwe. Lê serxûşiya şerê taybet mijarekî cuda ye.
SEDEMÊN VÊ SERXÛŞIYÊ!
Ev serxûşî di serî de ji gelek sedeman pêk tê. Dibe ku ew mirov çi bîrdoziyekî wî nebe. Dibe ku di hinek mijaran de lewaz be. Ew mirovên bi vê cureya serxûşiyê dikevin ji perwerdeya civakî û nirxên civakî dur ketine ji ber wê dibin armancên şerê taybet. Hele hele ev şerê taybet ger ji dewletekî mîna dewleta tirk were birêvebirin, bandura xwe cuda ye. ji ber ev dewlet li ser esasê şerê taybet li ser lingan maye. Civaka xwe jî bi rengê şer bê deng kirî ye.
“ÇI KES NE KUR Û LALE”
Heyf û mixabin îro jî PDK ketiye bin bandorê vî şerî. Çi dike, çi dibêje ne diyare. Her tişt ji rastiyan dûre. Êdî welê lê hatiye ku derdûra xwe jî nasnake. Li ser kurdistanê çi pilan heye nabîne, û bi zimanên ardoxanî bersivan dide. Li cîhanê kesek ne kur û ne lale. Her kes rastiyên tên jiyan kirin bi çavên xwe dibîne. Îro mijara herî sereke parastina kurdistanê ye. jibo parastinê jî pêdivî bi hêzên netewî heye ku li dijî wan êrîşan bisekne. Ê başe, gelo kesê ku bixweze biparêze wê biçe 25 km dûrê sînorên xwe yên ku êrîş li ser wan heye leşkergehan deyne. Kesê ku biparêze wê baregehan ji MÎT ê re avake. Kesê ku biparêze wê sîxuran di nav xwe de bi cih bike. Kesên ku biparêze wê ber deriyên tirkan li parîyekî nan bigire?. Yan wê li hember van êrîşan bi mêrxazî, egîdî û fedaytî şer bike, weke îro li Heftanînê pêk tê. Êdî ya rast kijane her kes dizane.
“XIZMETÎ DOZA KURD NAKE”
Çav li rê bû ku PDK daxweyaniyekî rast û di cih de bide. Ew jî bêje emê li dijî dagirkeriyê çeperên berxwedanê bigrin. Lê dixwiyê ku heya dawiyê mest bûye. Zimanekî wisa êrîşkar li tu derê ne hatiye bikar tîne. Gelo ev ziman li hemberî tirkan çima ne diyare. Bi ku ve xwe vedişêrê?. Hêvî hebû ku bersivekî erênî were dayîn. PDK bi xwe bersiv bide, ne saziyekî ku ew ne karê wê ye van bersivan bide. Daxweyaniyên bi vî rengî çi xizmetekî ji bo doza kurdî qezenc nake. Doza kurdî di roja me ya îro ancax bi berxwedanê were parastin. Ji dervayê berxwedanê di roja me ya îro de çi mafê kurdan nîne. Dijminên kurdan bi hovane êrîş dikin. pêwîstî heye ku refên me wisa xurt bin ku em bikaribin êrîşên wan berteref bikin, û tekoşîna gelê kurdistanê, avakirina kurdistanekî azad bikin rastiyek.
“LI KURDISTANÊ XETA BERXWEDANÊ GEŞ E”
Berxwedaniya ku PKK dike di dîroka kurdistanê de astekî mezin daye qezenc kirin. Li kijan heremê şer çêbibe hêzên Gerîla li wir amade ne û bi erka parastinê radibin. Ma yê ku şengalê parast ne PKK bû. Yê ku kerkuk û başurê kurdistanê bi tevahî parast dîsa ne PKK bû. Di wan deman de rola PDK ne hat dîtin. Bê deng ma û reviya. Îro jî bûye parçeyekî ji pilana dewleta tirk ya dagirkeriyê. Êdî her tişt li navarastê diyare. Van gotinên ne di cih de tên gotin lewaztî û bê çarebûna PDK dide îfade kirin. Ew dibîne ku her roj li heremê bi tena xwe dimîne. Her kes li derdura tekoşîna gerîlayan kom dibe. Ew siyaseta heya roja îro pêkanî êdî iflas bûye. êdî bûyîna şopdarên polîtîkayên dagirkeriyê wê çi encam bi xwe re neyne. Gelê kurdistanê wê mohra xwe ya serkeftinê li vê serdemê bixe. Kî li dervayî vê xetê jî bimîne, neçare ku di hembêza dagirkeran de li cihekî bigere.
KAWA TOLHILDAN