QENDÎL – Di saetên êvarê de li gundê Şêxan a Binarê Qendîlê sahaya fotbolê ya Şehîd Nawdar Kerkûkî bi merasîmek hate vekirin.
Di merasîmê de ciwanê bi navê Hesen Resûl daxuyaniyek xwend û got: “Em destxweşiyê li şaredariya Binarê Qendîlê û hemû kesên di çêkirina vê sahayê de bûne alîkar dikin. Ev saha bi ser navê Şehîd Nawdar Kerkûkî hatiye çêkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin wek ciwanên Binarê Qendîlê ew piştgiriya banga KCK’ê ya li dijî tecrîd û dagirkeriyê dikin. Her wiha berxwedana cenga Heftanînê hate silavkirin.
Piştî merasîmê turnûvaya fobolê ya li ser navê Şehîd Çiya Bakur ku di cenga Heftanînê de şehîd bibû hate destpêkirin. Wê 13 tîm tevlî turnûvayê bibin.
Maça destpêkê di navbera tîma Hevbeş ya Qendîl û Ciwanên Deştêwan de hate lîstin. Lîstik bi serkeftina tîma hevbeş a Qendîlê bi dawî hat.