ŞEHBA – Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Mehmûd Mistefa yê ku 14’ê Îlonê şehîd bibû spartin axê.
Şêniyan cenaze şehîd Mehmûd Mistefa ji ber nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê wergirt û ber bi goristana Şehîdên Komkujiya Til Rifet û Aqîbayê ve bi rê ketin.
Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Receb Mistefa axivî û rola şehîdan di pêşxistina têkoşînê de dest nîşan kir û got: “Doza Kurd bi saya xwîna şehîdan di qadên navdewletî de tê nîqaşkirin.
Receb Mistefa banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi mezinkirina têkoşînê heye da ku azadiya xwe bi dest bixin. Dijmin ji hemû aliyan ve hewl didin hebûna me tine bikin. Lewra divê em asta têkoşînê bilind bikin.”
Di merasîmê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Reşîd Efrîn banga tevlîbûna şoreşê li ciwanan kir û diyar kir “Divê ciwane rola xwe bi cih bînin û têbikoşin. Em di pêvajoyeke çarenûsî de ne, heke em parastina xwe nekin em ê nikaribin armancên xwe bi cih bînin. Ji ber vê divê em li ber xwe bidin.”
Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a kantona Efrînê Hiket Hisên nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Şêniyan cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.