NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan bi daxuyaniyek hevpar tevlîbûna xwe ji bo pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” ku KCK’ê 12’ê Îlonê îlan kiribû, ragihand.
Koordînasyona KJC û KC da diyarkirin ku ewê li dijî teslîmiyeta ku cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê di zindana Amedê li ser milîtanên Apoyî bi êşkenceyên giran ferz dikir, şehîd nemîr yê Rojiya Mezin a Mirinê ELÎ ÇÎÇEK bi şîara “PKK ne teslîmiyetê, Berxwedanê fêrî me kir” mîrate berxwedanê ku derxistiye holê ji bo ciwanan bibe perspektîfa ku ew ê çawa beşdarî vê pêngavê bibin.
Di berfirehiya daxuyaniyê de Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan bal kişand ser wan xalan:
“Dewleta tirk a faşîst û nijadkuj, bloka qomploger a navnetewî û hevkar-îxanetkarê wê yê xwecihî ev 22 sala in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de Rêber APO xistiye bin tecrîdek giran, û her roj vê tecrîdê girantir dikin. Gelê me û tevahî Kurdistanê xistine êşkencexaneya Îmraliyê û di şexsê Rêber APO polîtîkayên kok qelandinê dixwazin bibin encamê. Li tevahî cîhanê û Rojhilata Navîn ku rihê azadî û şoreşê di asta jor de ye, daxwaziya azadiya jinan tevahî cîhanê hejandiye, di pêvajoyek wiha ku veguhêrîn-guhertin û bayê jinûve şêwandinê ewqas xurt e, û afirînerê nirxên welatê me Rêber APO ku bi temamî dervî pêvajoyê tê hiştin, dixwazin bi vê welat û gelê me di tarîtiya sedsalê de bihêlin.
Wek encamê pratîkî yên mercên tecrîda girankirî, taybet li ser jin, ciwan û bi giştî civakê li kêla serdegirtin, derdestî, destdirêjî, kok qelandin, her awayê êrîşên faşîst û binxistina exlaqê, li hemberî xwezaya Kurdistanê talana her mezin tê jiyankirin. Em di pêvajoyek wiha de ne. Di heman demê de li dijî dilxwaziya azadiyê ya gelê Rojhilata Navîn bi derketina çeteyên mîna ji laboratuwarê dixwazin vê tune bikin. Li milekî din jî daxwaziya jiyana azad a jin û ciwanan, xwesta rizgariyê ji karesata emperalîzmê û kedxwariyê gihiştiye noxteyek lûtkeyê. Rêveberiya Şer a faşîst û nijadkuj ya Akp-Mhp’ê bi şer û tecrîda girankirî ku li Îmraliyê li ser Rêber APO dide meşandin, di vê wateyê de xwesteka azadiyê bi sîstema xwe ya faşîst û nijadkujî re dide şer kirin. Li ser vî esasî azadiya Rêber APO taybet ji bo welatê me Kurdistanê û Rojhilata Navîn wateyek xwe wiha dirokî heye.
Rêveberiya faşîst a cuntaya 12’ê Îlonê ku li dijî Têkoşîna me ya Azadiyê a Kurdistanê û dijî nirxên civakî di zindana Amedê bi kiryarên xwe ê faşîzan ê dervî mirovahî û exlaqê, îro jî wek encama vê rejîma cuntayê û berdewamiya wê Rêveberiya Şer a Akp-Mhp ye. Ev Rêveberiya Şer a Akp-Mhp bi Şerê Taybet ku mîna wê nehatiye ditîn, dijî gelê me zext, êşkence, destdirêjî, komkujiyên jinan, polîtikayên nijadkuj, xizanî, komkujiyên xwezayê pêk tine. Çawa Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê faşîzma 12’ê Îlonê bi erdê re kir yek, îro jî Tevgera me a Azadiyê ku pêngava azadkirina Rêber APO daye destpê kirin, wê Rêveberiya Şer a Akp-Mhp û êrîşên wê yê faşîzane bi erdê re bike yek.
Li ser vî esasî Tevgera me ya Azadiyê ku di 12’ê Îlonê de pêngava ”Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” îlan kiribû, em jî wek Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan beşdarbûna xwe ji pêngavê re îlan dikin. Em bang li tevahî Ciwanên Kurdistanê û Ciwanên Welatparêz yê dervî welat dikin ku bi awayekî akîf beşdarî vê pêngavê bibin. Li dijî teslîmiyeta ku cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê di zindana Amedê li ser milîtanên Apoyî bi êşkenceyên giran ferz dikir, şehîd nemîr yê Rojiya Mezin a Mirinê hevrêyê me ELÎ ÇÎÇEK bi şîara “PKK ne teslîmiyetê, Berxwedanê fêrî me kir” mîrate berxwedanê ku derxistiye holê ji bo me dibe perspektîfa ku em ê çawa beşdarî vê pêngavê bibin. Em wek Ciwanên Kurdistanê didin xuyakirin ku em ê li her qadê erka xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin, û bibin pêkhênerê nebez yê vê pêngava me, da ku bigihêje Serkeftinê. Li ser vî esasî destpêkê em bang li Ciwan û Jinên Ciwanên Welatparêz ê Kurdistanê, û tevahî Ciwanên Şoreşger, Çep, Sosyalîst û Demokrat dikin ku bi xwedî derketina pêngava ”Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye”, ji Rêveberiya Şer a Akp-Mhp ya dagirker û faşîst hesab bipirsin û tevlîbûnek mezin pêk bînin.”