NAVENDA NÛÇEYAN
De bêjin lawikno ka kîjan dîrok dikare şahidiya van şehîdan bike? Ew şehîdên şahidê kêliyên azadî û kerametine. Ew zarokên herî qehreman û bêhempayê dayikên kurdistanê ne. Ew paşaroja me û dîroka pêşeroja me ne.. ew hesretên me,xeyalên me,zarokên me,hevalên me,gerillayên me,hebuna me û pêşengên me ne…
Di têkoşîna azadiya kurdistanê de ciwanên kurd bi fedekarî û têkoşîna xwe ve her tim ji bo hemu diroka gelên berxwedêr bune numune. Dema ku mazlum doxanan got gerek ev hawara me bighêje cihanê hîn temenek pir genc de bu. Dît ku welatê wi di nav bindestî û azarên girandanin. Ne ku azara bindestiyê mazlum bir çalakiyê;bawer bu ku gencên vî welatî şopdarê rêya wî bin û yê hawara bindestiyê bikin awaza serkeftinê. Dema elî çiçek berxwedan fêr bû heman demî de mîrateyek berxwedana dîrokê hîşt. Ciwanên kurd xwedî dirok û hafizeyek ev qas dewlemend ve ev ala berxwedan û azadiyê her ba kirin.
Ev ala têkoşînê her li nav bajar û çiyayên kurdistanê ji qeleha gencan qet daneket xwar. Her ku çu bilintirbû û bû azadî: yek ji van ş. Rustem cudî bû. Berîtana hemdem.. çawa ku beritan li xanturan îxanet li bin erdê xist rustem bû şopînerê ew rêya. Wek ciwanek rojavayê kurdistanê di nav şoreşa mirovahî de mezin bû û bi wê fikir û felsefeyê pêşengtî ji ciwanên rojavayê kurdistanê kir. Ji bo dengê şoreşa mirovahiyê bighijîne hemu cihanî berê xwe da cenga heftenînê.
Nucan serdoz:yek ji wan pêşengan bu ku di demek dirêj li ciwanên kurdistanê re pêşengtî kir. Temenek genc de tekoşînek mezin û baweriyek mezin bû şehid nucan. Nucan navê berxwedan,biryar,ciwanî,aramî û tolgirtina jinên kurd bu. Nucan pêşenga ciwana fermandarê gerîlla. Jiyanek genc fedekaryek mezin, jiyanek genc fermandariyek mezin ve nucan di oxira vî welatî de bu ruyê bedew yê lehengi û qehremaniya jina kurd.
Firaz amed di têkoşînek dur û dirêj de bu sembola têkoşîna ciwanên kurdistanê. Fîraz navê her kêlî berxwedan û hesreta azadiyê ye. Fîraz pênaseya ciwantî û dînamîzmê ye. Fîraz ew gencê vî welatiye ku bênavber bêhenase aşiqê azadiyê û welatê xwe bû. Fîraz nefreta ji koletiyê û aramiya paşarojên ciwanên kurdistanê. Firaz amed demek dirêj di kar û xebatên ciwanan bi erk û berpirsiyartên mezin ve tevgeriya û ev pêşengtiya xwe di nav refên gerilla de jî berdewam kir.
Şehîd Mazlûm Jiyanda, hîn di zarokatiya xwe de bû mexdûrê êş û zilma li Kurdistanê, hem jî bû şagirtekî baş ê kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê. Li Amedê ku qadeke dijwar a têkoşînê ye, ew di nava gel de têkoşiya, li gel berdêlên giran ên ji bo hevrêyên xwe bû sembola biryardariya ji bo azadiyê. Li ser vê bingehê salên dûr û dirêj di nava karên ciwanan de bi rola pêşengiyê rabû. Ji bo ciwan li ser xeta şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin kedeke mezin da. Li gel temenê xwe yê ciwan li ser zemîna Demokratîk Siyasî, bû kadroyekî pêşeng ê têkoşîna demokrasiyê û lêgerîna li azadiyê ya gelê Kurd. Her tim bi bîra xwe ve anî ku serketin bi têkoşîn û berxwedanê, bi şervaniya vê xetê dibe.
Mazlûm; ji me hevrêyên xwe re, ji her kesên ku bi hev re têkoşiyan, ji kadroyên ciwanan ên ku bi hev re derb li dijmin xist, ji hevalên xwe yên li qada siyaseta demokratîk, ji berxwedêrên li zindanan bi hev re li ber xwe dan, ji dayikên Kurdistanî yên destê wan maçî dikir û serê xwe danî ser çoka wan, ji zarokên Kurdistanî yên şîret li wan dikir, çîrokeke dagirtî ya bi têkoşînê hişt. Ev çîrok ji me re vedibêje, ku serketin bi berxwedanê dibe û ji bo vê jî pêwîstî bi wêrekî û berdêlan heye û mizgîniya serketinê dide
Şehîd Doga Zîlan, dema ku Gencan li Kobanê dijî DAİŞê mirovatî di parast di nav xebatên Gencan de cihê xwe girt û bû yek pêşengên Şoreşa kurdistanê. Di demekî dîrokî de di dema serhildanên îlonê de bi Gencîtî berê xwe da nava refên azadiyê. Doga Zîlan bû hêza pêşî ya hewayî ya gerîla, PKK’ê, dîroka Kurdistanê, û ya Rojhilata Navîn jî.
Qendîl Berxwedan. rêwîtiyek ji helebce heta têkoşînek ciwanane û gencane ber bi kurdistaneke azad ve meşiya. Li başurê kurdistanê pêşengî ji kar û xebatên ciwanan re kir. Egid bu navê fedekarî,kedkarî,hevaltî û qehremantiyê. Ji bo ciwanên kurdistanê rastiya rêber apo fêm bikin bi sedan genc perwerde kirin û rasteqinya gencti hel da bide fem kirin. Egid,egidê hemdem,fermandarê biwêr û fedekar.
Çiya Bakur, yek ji berxwedêr û pêşengên Cenga Heftanînê ye. Şehîd Çiya, li hember dagirkeriya Tirk bi Genctiya xwe ya bedew berê xwe daye nava refên gerîlla. Di nava Gerîlla de temsîliyeta Gencên Başurê kurdistanê girtiye ser milê xwe. Rol û mîsyona xwe di Cenga Heftanînê de heta dawî pêk tîne.
Egîd Çiya ku li Zaxoyê jidayik bûyî, li Zaxoyê mezin bûyî, 23’yê Tebaxa 2019’an wan rojên pêşî ku Cenga Heftanînê dest pê kirî, bi artêşa Tirk a dagirker re hate pêşberî hev. Ev ne cara pêşî bû li hev rast dihatin û ne jî wê cara dawîn bûya. Ew êdî ji Egîd Çiyabûnê û Ehmed Xelatbûnê derketibû bûbû rûyê Başûrê Kurdistanê yê ku bi salan êşan dikişand û niha jî bawerî pê dianî ku dema tolhildanê ye. Di Cenga Heftanînê de li ser girekî ye. Artêşa Tirk a dagirker dema ku gir bombe dike, hevalên wî li gel ku dixwazin ku wî derxînin ew bi israr dixwaze ku bimîne. Belkî jî ji bo ciwanên ku diherikin çiyayên Kurdistanê da ku şerê artêşa Tirk a dagirker bikin perspektîfa herî xweşik, fermana herî xweşik bû. Dema ku hevalên wî bi israr dixwazin ku derve ew radihijê çeka xwe, diçe serê gir, li hevalê xwe vedigere û dibêje, ”Xwediyê esil ê Heftanînê em in. Ev çiya yê gelê Başûr û zarokên wê ne. Dagirker nikarin werin vir” û guleya pêşîn davêje. Di Cenga Heftanînê de dibe rûyê Başûrê Kurdistanê.
Baz Mordem Torî, parçeyek ji jiyana PKK’ê bû ku temsîla rastiya herî pêşketî ya dîroka mirovahiyê dike, di 4’ê Hezîranê de di encama êrişa dewleta TC a faşîst dagirker de bi rengekî bi rûmet tevlî karwanê nemiran bûn. Baz, tevî ku dijmin bi sedan leşkerî û teknîka giran bi ser wan ve çû, kêliyekê jî teredût nekirin û bi rengekî efsanewî li ber xwe dan, derbên giran li artêşa mêtinger xistin. Di şerê dema operasyonê de artêşa TC a dagirker li pêşberî berxwedêriya xurt a ruhê milîtan ê Apoyî derbeke giran xwar. Hevrêyên me ku heta kêliya dawî ji berxwedanê venegeriyan, li dijî dewleta TC a dagirker bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Baz ku bi berxwedana xwe bûn efsane, bersiva herî zelal dan dagirkeran.