Pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, Na ji darvekirinê re’ dest pê kir

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dest bi pêngava 'Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re" û bang li gelên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kirin, ku tevlî pêngavê bibin.

‘BELÊ JI DEMOKRASIYÊ RE, NA JI DARVEKIRINÊ RE’

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku pêwîstiya azadiya gelê Kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi têkoşînek radîkal a gelan heye, lê ti têkoşînek bê fikr jî di nav civakê de nikare li hemberî faşîzmê helwestek radîkal derbixîne holê û wiha tê gotin; “Lewra ji bo gel bikaribin bi îrade bibin û werin nav refên xebatê û dakevin qadan, divê rêxistinên gel li jêr fikrekî tevbigerin.”

KORAR û PJAK’ê destnîşan kirin ku tevgera azadîxwaz a gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li nav wan welatan qonaxek têkoşîna azadîxwazî di çerçoveya helmetekê de daye destpêkirin û ji bo her beşekî Kurdisanê jî diruşmeyek diyar kiriye û wiha didome: “Em weke PJAK û KODAR bi rêya vê daxuyaniya hevbeş pêngavek berfireh li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi diruşmeya ‘Belê ji bo Demokrasiyê, na ji bo Darvekirinan’ didin destpêkirin.

Bi vî awayî tevlî xebatên her çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpa dibin. Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Apoyî xwedî rêbazek têkoşîn, fikr û felsefeyekê ye. Di asta Rojhilata Navîn de xwedî pratîkek radîkal e ku lê şerê cîhanê yê sêyemîn ji aliyê dewletên statukoparêz û faşîst ve tê birêvebirin.  Ev pêngav jî tenê ne ji bo Rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina mafê hemû gelên Kurdistanê û Îranê ye.”

‘DEMA AZADIYA GELÊN BINDEST Û AZADIYA RÊBER APO HATIYE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku xelkên Rojhilata Navîn ji aliyê dewletên herêmî û hêzên hegemonîk ên cîhanê ve hatine kolekirin, rûbirûyî şer, bêkarî, birçîbûn, pirsgirêkên civakî hatine hiştin û wiha tê gotin; “Lê belê têkoşîna radîkal a demokrasî û azadîxwaz a gelan li dijî dagirkeran û hêzên desthilatdar ranewestiyaye. Di encama têkoşîna radîkal a Apoyî ya li çar parçeyên Kurdistanê di salên borî de pêk hat, ku li hemberî her cûre dagirkeriyê serî netewand û tawîz neda, êdî astek cîhanî bi dest xistiye. Lewra van hêzan ji bo şerê xwe li ser gelan ferz bikin, Rêberê gelên bindest û yên Rojhilata Navîn Rêber Apo di zîndana Îmralî de dîl hatiye girtin û tecrîdkirin. Tevgera Apoyî gel anîn qadên têkoşînê û destûr neda dijminan bighêjin armancên xwe. Asta têkoşîna gelan û xebatên wan, wê dawiyê li dagirkeran bîne. Dema azadiya gelên bindest û azadiya Rêber Apo hatiye. Lewra dijmin jî baş dizane ku azadiya her dû aliyan bi hev ve girêdayî ye.”

PJAK û KODAR’ê diyar kirin ku ji bo bi destxistina demokrasiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dawî anîna darvekirinan, pêkhanîna edaletê divê herkes tevlî vê pêngavê bibe û hemû mal, kolanan bikin cihê têkoşîn û xebatê.

Berdewamiya daxuyaniyê de PJAK û KODAR’ê ji bo têkbirina siyaseta darvekirinê ya Rejîma Îranê û pêşîvekirina li demokrasiyê bang li hemû gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku beşdarî pêngavê bibin.

‘YEKÎTÎ Û HEVGIRTINA GELAN, WÊ PÊNGAVÊ BI SER BIXÎNE’

PJAK û KODAR’ê di daxuyaniya pêngava ‘Belê ji bo demokrasî, na bo darvekirinan’ de diyar kirin, ew bi dengekî bilind dibêjin, dem dema demokrasî û azadiyê ye û pêwîstiya gelên li Îranê ji hemû gelan zêdetir bi azadiyê heye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi serhildan û şoreşên gelên Îranê hate kirin û hate gotin, hem ji bo azadiya Îranê û hem jî aştiya Rojhilata Navîn divê gel di pêngava azadiyê de rola xwe bilîzin û wiha dewam kir, “Ji bo vê jî em bang li hemû gelan, jinan û ciwanan dikin ji bo şermezarkirina dagirkerî, mêtîngerî, neheqiyê, rakirina astengiyên li ber demokrasiyê beşdarî pêngava ‘Belê ji bo demokrasî û na ji bo darvekirinan’ bibin. Ji bo pêşîlêgirtina siyaseta darvekirinan pêwîstî bi yekîtiya hemû civakê û hêzên azadîxwaz heye. Di encama têkoşîna hevbeş, yekîtî û hevgirtinê de dikarin pêşî li dagirkerî û çewsandinê bînin. Beşdariya Kurdan û Îraniyên li Ewrûpa jî ji bo serketina pêngavê gelekî girînge û Em bawer dikin ku ew ê gelên me yên li Ewrûpa di pêngavê de rola xwe bileyzin. ‘Rêber Apo Rêberê Azadî û Demokrasiyê ye’. Heta Rêber Apo azad nebe, gel jî azad nabin.”

Nivîsa Pêş