NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed di daxuyaniyê de got, ”Kurd li dijî faşîzma qirker xwedî dîrokeke bêhempa ya berxwedanê ne. Kurd dizanin ku her kuçe, tax û bajarî bikin qada serhildanan.”
Bi berdewamî hate gotin her ciwanê Kurd bi rihekî fedayî ji bo Kurdistanê û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê li ber xwe bidin, li dijî êrîşên giştî yên pergala qirker a Tirk wê li her kuçe, taxê li ber xwe bidin û li dora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibin xelekek ji êgir, her taxê bikin keleha berxwedanê, xeta berxwedaniya domdar deynin.
Yekîneya Tolhildanê ragihand ku 18’ê Îlonê li Êlih, Wan, Bedlîst, Stenbol, Amed, Agirî, Edene, Mêrsînê û Mêrdinê, bi dirûşma, ”Ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re êdî bes e; dema bicihanîna azadiyê ye” pankart daleqandine.