MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) ve ji bo pêngava ‘Em Dibêjin NA’ Tûrnûvayek ya Futbolê ya Jinên Ciwan dane destpêkirin.
Beriya ku tûrnûva were destpêkirin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêz girtinê ji aliyê Endama TJCM’ê Selma Bozan ve axaftina vekirinê hate kirin. Bozan da zanîn ku ji bo Pêngava ‘Em Dibêjin NA’ wan weke jinên ciwan tûrnûvayek dane destpêkirin. Her wiha Selma Bozan bang li tevahî jinên ciwan kir da ku rabin Rêbertî azad bikin û dagirkeriyê têk bibin.
Piştî axaftina vekirinê, tûrnûva hate destpêkirin.