NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistan (YJCR) têkildarî pêngava ‘Em dibêjin NA’ ya Komalên Jin ên Ciwan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya xwe de diyar kir, gelek tişta hene ku ew jê re bibêjin na. YJCR’ê ragihand ku îro hedefa sereke ya êrişan jin in, di şer de jin, nexasim jin ên ciwan dibin hedef û qurbanî, dagirkerî û faşîzm qira jinan tîne, ne tenê li Kurdistanê jî her wiha li hemû cîhanê jin têne kuştin, destdavêjin wan û destdirêjî li wan tê kirin.
YJCR’ê got, êrîşên li ser jinê encama hişmendiya desthilata zilamserwer e û bi armanca ku vê desthilatê û pergala dagirkeriyê bidomînin êrîşê tînin.
Bi berdewamî kuştina jinan, destdirêjî û destavêtina li jinan a Îranê hate bibîrxistin û hate gotin ku ev jî wekneheviyê û nedadiyê bi rengekî aşkere nîşan dide.
‘REJÎMA ÎRANÊ DIXWAZE JINAN BI HER AWAYÎ TINE BIKE
YJCR’ê got: “Ruxmî ku bûyerên wekî kuştin, qetil kirin, tacîz û destavêtina li jinê bi destê zilaman ve têne kirin jî dewlet wan tawanan ji nedîtîve tê. Ger jin li hemberê wan kiryarên hovanê serî hildide jî wê jin sûcdar tê ditin û cezakirin.
Em di vir de pir vekirî û zelal dibînin ku sîstema desthilatdar û dagirker a Îranê tenê ji bo berjewendî û desthilatdraiya zilam biparêze heye. Li gor rejima Îranê jî jin ji tenê ji bo xizmetkirin û tatmînkirina zilam pêwîst e. Desthilatiya rejîma Îranê bi politikayên xwe yên çewsîner dixwaze jinan bi her awayî tune bike. Ji ber vî yekê jî serî li her cure rêbazan dide da ku desthilatiyê xwe serwer bike.”
‘JI TUNDIYÊ RE NA, JI JIYANEKE AZAD Û WEKHEV RE BELÊ’
YJCR’ê bi berdewamî bal kişande ser polîtîkaya rejîma Îranê ya ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li ser jinan dimeşîne û got, “Rejîma Îranê bi awayek eşkere vî yekê ji gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê re dibeje; ger tu neyî li ser rêya min tekane rêya ku li peşiya we mirin e. Rejim gel aniye asteke wisa ku nikaribe serê xwe rake. Ji aliyekî ve zextê li civakê dike, li aliyekî jî zexta civakê li ser jinan dide avakirin. Ji jinan re dibêjin ji mirinan mirinekê hilbijêre. Jin li Îranê her deqe li ser sindoqa hilbijartina mirinê disekine. Mafê ku dewleta desthilatdar ji bo jinê diyar kiriye mirin û xwekuştin e. Eger jinek serê xwe rake û li hember dagirkeriya dewleta Îranê têbikoşe, daxwazê mafê xwe yê însanî bike çi Fars, çi Kurd, çi Azer û Belûc be bê ku ferq û cewaziyek bike wê şûrê xwe yê bi xwîn derbixîne û ji bo serî tewandinê bi kar bîne. Ji ber van sedeman û gelek sedemên ku armanca wan bêdengkirin, kolekirin qirkirin û tinekirina jinê ye, em YJCR jî dibêjin ‘Na ji bo tundîtijiyê, na ji bo girtin û êşkence, na ji bo birçîhiştin û feqîriyê, na bo zayend parêzî, na bo mezhebparêzî, na bo yek rengî, na bo sêdare, na bo kuştin û qirkirinan, belê bo jiyanek azad, wekhev û demokrat.”
‘LI DIJÎ TECRÎD, FAŞÎZM, DAGIRKIYÊ, WERIN NAV GERÎLA’
YJCR’yê herî dawî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang li jinan kir ku li dijî dagirkerî, faşîzm, tecrîd û qirkirinê berê xwe bidin nav refên gerîla.
YCJR’yê wiha got: “Em li hember sîstema qirkirin û tunekirina jinê bêçare namînin, wekî ku Rêberê gelan Rêber APO ji me re diyar kiriye gelek alternatîfên bêsînor ku ji bo jin careke din jiyanê bi dest bixe hene. Tercîh û hilbijartina me ne mirin e lê jiyan e. Sîstema desthilatdar ji bo felsefeya Rêber APO ku felsefeya jiyan û azadiyê ye lewaz bike tecridekî mutlak dide meşandin. Heta ku tecrîda li ser Rêber APO berdewam be wê sîstemên desthilatdar dagirkeriya xwe bidomînin û jin û ciwanan jî ji bo xwe bikin qurban. Divê her jinek ku dixwaze azad jiyan bijî ji tecrîda li ser Rêber APO re bêje na, ji ber ku fikir û felsefeya jiyana azad li Îmralî hatiye tecrîdkirin. Jinên ku rûyê wan li azadiyê ye daxwaza wan jiyaneke serberz û bi rûmet e pêwîst e li gor fikir û ramanên Rêber APO xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Li ser vî esasî bangawaziya me ji bo hemû jinan ew e ku ji bo bi dawî anîna dagirkerî, faşîzm, tecrîd û qikirinê bi rihê ciwantî serî hildin û riya jiyana azad û bi rûmet hilbijêrin ji ber vê yekê jî em dibêjin dem dema jiyana azad û gerîlayetiyê ye.”