NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevrêyê me Agir Kobanê 11’ê Îlona 2020’an di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû.”
Daxuyanî wiha ye:
“Hevrê Agir Kobanê, di demekê de ku li dijî şoreşa Rojava û bakurê Suriyeyê êrîşên dagirkerî û qirkirinê çêdibûn tev li refên têkoşîna me bû. Bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar bû xwedî sekneke pêşeng. Ji bandora kevneşopa çanda berxwedêr a gelan, hevrê Agir jî bi vê çanda berxwedêr li dijî her cure êrişkarî û paşverûtiyê têkoşiya. Hevrê Agir di şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsyariyên ku wergirtibûn, bi dilsoziyeke mezin bi cîh anîn. Em di şexsê hevrê Agir Kobanê de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Ji malbatê şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Agir Kobanê
Nav û Paşnav: Zekeriya Cimo
Navê Dayikê: Yeşar
Navê Bav: Nûredîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 11 Îlon 2020