BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên li Xerzanê şehîd ketin eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“5’ê Îlona 2020’an piştî ku artêşa Tirk a dagirker li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê êrişa hewayî pêk anî, dest bi operasyoneke berfireh kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Şoreş, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di şerê giran ê du rojan de û di encama êrişên hewayî de şehîd bûn. Hevrêya me Rnahî jî piştî ku birîndar bû heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.
Agahiyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Şoreş Nemrût
Nav paşnav: Devrîm Erdemîr Cihê jidayikbûnê: Stenbol Dayik-Bav: Radîfe-Cevdet Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs |
Nasnav: Ronahî Dersim
Nav paşnav: Ozlem Atsak Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Zeytûn-Kerem Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs |
Nasnav: Mahîr Garzan
Nav paşnav: Îbrahîm Yilmaz Cihê jidayikbûnê: Stenbol Dayik-Bav: Besra-Bozdîn Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs |
Nasnav: Zerdeşt Garzan
Nav paşnav: Umran Aslan Cihê jidayikbûnê: Bedlîs Dayik-Bav: Şefîka-Kadrî Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs |
Nasnav: Besê Havîn
Nav paşnav: Dîlan Arslan Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Hayat-Fesîh Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs |
Nasnav: Têkoşer Kurdistan
Nav paşnav: Mûhammed Şerîfî Cihê jidayikbûnê. Taliş Dayik-Bav: Sirahî-Abdulhuseyîn Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs |
Gelê Kurd, di herikîna dîrokê de her tim li çiyayên Kurdistanê yên pîroz li ber xwe da ku ti carî serî netewand û ev çiya bûn navenda berxwedanê. Ev berxwedana xwe veguherand kevneşopiyeke esîl û gihand vê serdemê. Partiya me PKK’ê xwe spart vê kevneşopiya berxwedana esîl, xeta berxwedanê ya gelê me gihand asta herî bilind û deriyê meşeke bênavber a ber bi serketinê vekir. Bêguman ev meşa serketinê ya bênavber bi keda bêdawî ya şehîdên me yên leheng afiriye. Xeta jiyanê ya şehîdên me hinceta me ya têkoşîn û serketinê ye. Partiya Şehîdan PKK bi her şehadetê re hêz û biryardariya xwe bi agirê tolhildanê geş dike û têkoşîna xwe her tim bi gavekê bi pêş ve dibe. Ev yek ji bo xwe kiriye felsefeya bingehîn. Xwîna ewladên leheng ên Kurdistanê ya rijiya ye nava xaka Kurdistanê temînata paşeroja azad a gelê me ye. Bi vê têgihiştinê gerîlayên me yên leheng bêdudilî li dijî dagirkeran li ber xwe didin û daxwaza mêtingeran dagirkeran di ber wan de dihêlin. Gerîlayên me ku pêşengê têkoşînê yê ruhê berxwedêr ê gelê Kurd e, wê têkoşîna rûmetê bi ser bixînin. Hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer ên li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê tevlî karwanê nemiran bûn bi berxwedana xwe ya lehengî detanî careke din ruhê fedayî yê gerîla destnîşan kirin.