NAVENDA NÛÇEYAN
Em li dîroka xwe ya dûsed salan mêyze bikin. Ji bilî qirkirin, tunekirin û helandina nirxên Kurd û Kurdistanê çi heye? Ango em wisa bipirsin: ev dû sed salên dawiyê ji bilî kûştin, qirkirin, helandin û tunekirinê ji Kurdan re çi hat hiştin?
Di her pêvajoyê de li hemberî van kiryaran têkoşîn û berxwedaniyên pir mezin û dîrokî hatin jiyîn. Weke Zerîfeyan, Besêyan û gelek jinên din en mirov dikare navê wan bide ji van berxwedaniyên dîrokî û mezin re pêşengtî hat kirin. Lewra di her pêvajoya derbasbûyî de hîn bêhtir ji bo şikandina îrada jinê ji aliyê hêzên dagirker ve êrişên pir mezin hat pêkanîn. Di her berxwedaniyekî de, ji bo şikandina îrada gelê azadîxwaz berê xwe dan jinê; bi tacîz, destdirêjî û gelek kirinên ji derveyî mirovahiyê li ser jinê û di şexsê jinê de li ser civakê hat pêkanîn. Rastî ew e ku em polîtîqayên dewleta faşîst a TC û avakerên wî yên weke hêzên navnetewî-global ji dîroka xwe ya nêz pir baş dizanin, nas dikin. Li Kelha Dimdimê, Dersîmê, Zîlanê û Agirî… Me ev dijminê xwe yê hov bi êşekê mezin nas kir. Me dît ku ji bo tepisandina serhildana Dersîmê çi şêwazan bikar anîn, li Agirî çi kirin û li Zîlanê çawa qirkirinê pêkanîn. Ev hişê me yê dîrokî hîna zindî ye. Lewra di damarên laşên her zarokekê/î Kurd de hesta tolê-tolhildanê diherike.
Em berê xwe bidin Şengalê, Kobanê, Efrînê û Serê Kaniyê… Tu kiryar û şêwazên wan ên di dîrokê de bikar anîne nehat guhartin. Çawa ku li Agirî bi beton avêtina ser berxwedana mezin bi dev û levên xwe yên qirêj gotin ‘Kurdistana xeyalî li vê derê meftûn e’; nirxên mezin ên Kurdistanê xwestin ji bo me hemuyan bikin xeyal. Heta xeyalê Kurdistanek azad jî li holê nehêlin. Dûbare li Dersîmê gotin ‘emê dewleta xwe ya nû, li ser vê qirkirinê ava bikin’… Gotinên xwe pêkanîn jî. Em li Kurdistanek wisa mezin bûn ku berdin Kurdbûn û bi Kurdî axiftinê; li ser axa xwe jiyankirin jî li ser me hat qedexekirin. Navê me hat qedexekirin, dîtina dayîk û bavên me hat qedexekirin. Ev welata me ya bedew û nazenîn, li ser me hat qedexekirin.
Dîrok bi qasî zindîbûna xwe, xwedî hêza tolgirtinê ye jî. Lewra ev hêza tolgirtinê di roja me ya îro de şênber dibe. Ji Serê Kaniyê heyanî Heftanînê, ji Efrînê heya Agirî û tevahî Kurdistanê hêrsa tolhildanê roj bi roj mezintir dibe û dibe berxwedaniya bê hempa. Bi taybetî di vê pêvajoya ku ji bo hebûna Kurdan û azadiya jinan xwedî girîngiyekê mezin dihewîne, dibe Dema Şoreşa Gelan… û ber bi azadiyê ve diherike.
Ji ber ku ‘dem dema bidestxistina azadiyê’ ye.
Berçem Ronya