HESEKÊ – Meş ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li çerxerêya Sebax veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Emel Mîrzo axivî û diyar kir ku armanca vê çalakiyê şermezarkirina şîdet û sûcên li dijî jinan e.
Emel got, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de cih digirin, lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide îradeya jinê û Şoreşê jinê bişkîne.
Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.