STENBOL – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve li Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tecrîdkirî ye.
Parêzerên Rêberê Gelan Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin roja Çarşemê muwekîlên xwe bibînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer piştî 8 salan yekemcar di 2’ê Gulana 2018’an de karîbûn muwekîlên xwe bibînin. Piştre heman salê di 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê de, herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzeran karîbûn Abdullah Ocalan bibînin. Ji hevdîtina dawî û vir ve 104 caran ji bo hevdîtinê serlêdan hatin kirin, lê heta niha ne erê ne jî na bersiv nehatiye dayin.