BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên li Bestayê şehîd ketin eşkere kir.
14’ê Îlonê danê nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Gîvara ya herêma Besta ya Şirnexê barandin. Di encama êrişa hewayî de hevrêyên me Laleş û Zerdeşt şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser hevrêyên şehîd bûne wiha ne:
|
Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt li nava malbatên welatparêz ên Kurdistanê di demên cuda de ji dayik bûn û bi bandora têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê mezin bûn. Li dijî kiryarên dûrxistinê û parçekirina gelê Kurd ku dewletên dagirker bi salane dimeşîne, gelê Kurd bi felsefeya kûr û îdeolojiya xurt a Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, bi gerîlayên azadiyê têkoşîneke bêhempa ya ji bo azadiyê dimeşîne. Hevrêyê me Laleş û Zerdeşt jî weke ewladên hêja yên gelê Kurd ê bi rûmet, ji bo dawî li dagirkeriyê bînin û azadiya gelê Kurd misoger bikin, tevlî nava refên gerîla bûn.
Hevrêyên me yên şehîd ên qehreman ên ku berpirsyariya bûyina hêviya azadiya civakekê û roj bi roj mezinkirina vê ji kûr ve jiyane, her bihosteke axa Kurdistanê bi xwîn û xwêdana xwe av dane û şanî her kesî dane ku çendî pîroz û binirx e. Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt jî bi helwesta milîtanî û bi kedê li xeta wan a lehengê û mîrateya wan xwedî derketine, her demê li serfiraziyê asê bûne û serketinên mezin bi xwe re anîne. Tim dane ber xwe ku li felsefeya Rêbertî hûr û kûr bibin, ji bo ku hewcehiyên gerîlayê serfiraziyê yê profesyonel bûyî yê Modernîteya Demokratîk bi cih bînin, kedeke mezin dane, bi vê çarçoweyê berê xwe dane Bakurê Kurdistanê, li Botanê hewl dane ku xeta gerîlayê serdema nû bi cih bînin. Bi kelecanî û coşiyeke mezin li diyarê Egîd û Delalan, li qada Bestayê ya Botanê berxwedaniyeke bêhempa nîşan dane û tevlî nav karwanê nemiran bûne. Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt bi têkoşîna xwe û vîna xwe ya qewîm her demê wê weke lehengên nemir ên Kurdistanê werin bibîranîn.
ÊRÎŞA LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî aniye ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Derheqê êrîşan agahiyên berfireh wiha ne:
17’ê Îlonê saet 17.30’an û 22’yê Îlonê saet 08.50’î gundê Guzê yê li herêma Garê hatiye bombekirin.
19 û 20’ê Îlonê gundê Erdwêl ê herêma Avaşînê hatiye bombekirin. 21’ê Îlonê saet 18.00’an qada Mervanos a herêma Avaşînê û 18.40’an qada Şehîd Dîren hatiye bombekirin.”