NAVENDA NÛÇEYAN
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad
2-Ajîtasyon û Propaganda; Rêbertiya me dibêje; ‘têkoşîna herî mezin, têkoşîna ku di qada birdozî û çandî de tê meşandin e’. Yek ji amûrên êrişê birdozî yê şêrê taybet ajîtasyon û propaganda ye. Dema vêya dike amûrên medya ya ragihanê heya dawiyê dişxulîne. Nûçeyên ku ji çavkaniyek tenê tên ragihandin desthilatdarê xwedî dike, ji bo gel ji vê bawer bike naverok, manşeta nûçeyê, spota ku derdikeve pêş, wêneyê ku tê bikaranîn çîroka ku tê avakirin weke ku ji pênûsekê derketiye tê pêşkeşkirin. Civak lîstokên di warê aborî de tê zivirandin di rastiyê de nizanin. Nûçeyên aborî yên li ser marjê qezencê hatiye avakarin li ser bingehê werimandina bêrikên kapîtalîstan tê avakirin. Xîzaniyê jî bi qebîliyet kêm, bêkêrbûnê îzah dike û bi vê awayê digehîne wê astê tu kes nekeve nav lêpirsînên weke ‘çima kesên ku ked nadin hîn bêhtir bidest dixin’, heta ji dewlemendbûna bêyî ku ked were dayîn tê bidestxistin weke tiştekê pir xweş e were mêyzekirin û însan rêbazên dewlemendbûna hêsan were bigerin. Bi vê awayê li vê derê hilweşandina ehlaqî tê detpêkirin. Yên zeîf dibin neçarî perçiqandinê, yên bi hêz jî weke ku dê her tim serbikevin tê nîşandan û heman demê di çarçoveya qurala ku divê teqez pêl pişta hîn kesan bike, bê ehlaqî weke tiştên xweşik be tê pejirandin. Dîsa derewên polîtîqagerên ku çerxa desthilatdariyê dizivirînin şer rawa dike, bi nêzîkatiyên çîna dûyemîn re rû bi rû mayîna pênaberan ji rêzê dike, feqîrtiyê dide qebûlkirin, vêya bi însanan dide qebûlkirin ku ‘ji bo komekê biçûk ên kêfxweş divê piraniyekê mezin êş jiyan bike’. Dema ku vêya dike jî ragihandin-televîzyonê dişxulîne, pirtûkan dide nivîsandin, bernameyên taybet dide çêkirin, saziyên fikrandinê vedike, kovarên magazînê dide çapkirin. Bi taybet di roja me de li Ewropayê ji hêla piraniya gel ve baweriya xwe dayîna rojnameyên rojane, nûçe û bernameyên televîzyonê hinek jî çavkaniya xwe ji vê digre. Bi xapandina ku ‘serokkomar ango wezîrekê dê her dem rast diaxife û her tiştêji bo gel dike’ civak ji lêpirsînkirinê tê dûrxistin û bi çav girtî bawer dike-tê xapandin. Desthilatdarî, bi amûrên ajîtasyonê, bi serweriya ku li ser aqil avakiriye tayê civakê girtiye destê xwe, li pişt de lîstina bi wê tayê ve dimîne. Bi çanda magazînê, jiyanekê bi magazîn ava kiriye; jiyanekê bi bêrîkirin û xwezîpêanînên kesên ku di nav xeyalan de ango ji derveyî jiyana rast dijîn, dide jiyankirin.
Her êrişekê ku tarzê jiyanê bê esil dike bi amûrên ragihandinê yên ku amûrên ajîtansyon û propaganda ne tê kirin. Gotinên weke ‘însan kûrmê însan e’, ‘ez ezîtî di xwezaya me de heye’, ‘her kes li pêy xweşikbûn, hêz û pere direve yên ku vana bi destê xwe şûnde vegerandi nîşaneya dînbûnê ye’ weke paşverûtiyê tê dîtin, bi vê awayê pîvanên ehlaqê tê rûxandin. Dejenerasyon, bi çavbirçîbûnê û ji pêwsitiyê zêdetir xwestinê ve destpê dije. Bi azweriya mal û milkê zêde, hîn zêdetir sûd ji teknîkê girtinê ve ketiye jiyana me. Bi pêşpirka ku di navbera parzemînan de hatiye destpêkirin ve, çanda mezaxtinê û civakek ku pêlî hev dikin û ji ber çav derxistina hev amade ne tê avakirin. Ji ber civaka ku ehlaqa xwe wenda kiriye wijdana xwe jî wenda kiriye, êdî bi her cûre agahiyê tê manîpulekirin û rêvebirin. Di pergala kapîtalîzmê de rojevên însanan hatiye berovajîkirin. Vîn û fikra kesayet û civaka ku rojevên wê ne yê wê ne hatiye şikandin. Rojev li ser qada madî û materyalîst şêwe girtiye. Bi propagandaya ku li ser vê tê pêşxistin ve felsefeya ‘teqez biceribîne, teqez jiyan bike, teqez bistîne, ji bo vê bikeve reqabetê û astengiyan biperçiqîne, derbas bike’ singûyê fikrê daxistiye, li şûna wî propaganda reş alên xwe kişandiye mêjiyan. Ajîtasyon û propaganda ji bo vê tê kirin. Rêbertî di vê mijarê de dibêje; ‘amûrên ragihandin ên dîtbarî û nivîskarî, mirovahiya ku têkiliyên wê yên bi heqîqetê re qût kirine, kirine bindestê cîhanekê ferazî. Komên kesayetên ku têkiliyên xwe yên heqîqetê yên bi civakê re wenda kirine, atombûna civakê pênase dike. Komên ku ji hev ketiye û ji civakbûnê derketine û endustriya amûrên şer, rehendên ku bikaribe mirovahiyê bi hemu derdora wê daqurtîne zû ve derbas kiriye’.
Medya bi tena xwe, organê meşandina şerê derûnî û şerê taybet nîne. Propagandaya encamên ku xwe dispêrin saziyên lêkolîn û pêşlêgerînê dike. Saziyên lêkolînên stratejîk projeyên demkî çênake, dibe ku nêrînên wî yên demkî hebe lê nêrîn ên wê pêvajoyê ne; li ser mijaran pêşdikeve û bi rasteya armancekê rêvebirinê esas digre. Ji bo vê bi rêya rêzefîlman, di civakê de çandekê tê avakirin. Ev çand di bin navê rehetkirina mêjî de, lêpirsîn nekirinê û ji derveyî rastiyê jiyankirinê dike armanc.
Medya ya ku di rêza yekemîn a hêza nerm de tê şixulandin, di roja me de bi rêya înternetê agahiyên ku mirov bi awayekê hîn leztir, hîn hêsantir xwe bigehîne weke torekê li çar aliyê dinê belav dike. Weke zibeleya bîlgîsayarê mêjiyê însanan jî êdî bi agahiyên tevlîhev û qirêj tê tijîkirin. Şerê taybet di astekê bilin de sûd ji vana digre. Di roja me de teknolojiya ku li gor gotina ‘agahî hêz e, desthilatdarî ye’ tê pêşxistin bê sînor xizmeta dewletê dike, kesayeta ku dershilatdarî wî xwedî dike jî him dibe qurbanê teknîkê û him jî pêkanîna wê. Kêmînên birdozî yên şerê taybet avakiriye, însanan hîn bêhtir bi amûrên ajîtasyon û propaganda ve girêdaye.
Dê Berdewam Bike: ‘Beşa VIII: Di Şerê Taybet de Çekên Birdozî’