NAVENDA NÛÇEYAN
Di Şerê Taybet De Çekên Birdozî: Olperestî, Netewperestî, Zanistperestî û Zayendperestî
Ji Sedsala 15’emîn û şûnde dewlet dikeve serdemekê nû. Serdema kapîtalîzmê destpê dike. Kapîtalîzm ê ku serdema dawî yê şaristaniya navendî ye, meke berheleyên beriya xwe yên şaristaniyê bi qarakterekê dewletperestiyê pêşketiye. Li gor pêdîviyên vê qerektera wî hatiye pîrozkirin, serdema netew-dewletê daye destpêkirin û yekane hatiye nîşandan. Dewlet weke amûrê qontrol û vênerînê bi laşê xwe, milên xwe û mêjiyê xwe veguheriye heştpêyekê ku civakê dorpêç dike. Rêbertî bi diyarkirinê xwe yê ku dibêje ‘demokrasî nebuye bidewlet. Birêxistinbûna gel a li hemberî dewletê ye. Dewlet li ser rûyê erdê weke amûrê xwedê yê nayê lêpirsînkirin, dest lê nakeve hatiye birêxistinkirin’ bal lê kişandiye ku dewlet çavkaniya koletî û nebaşiyê ye. Gotinê Hegel ê dibêje ‘dewlet li ser erdê halê şêwegirtî yê xwedê ye’ nîşan dide ku pîroz dîtina dewletê bi kapîtalîzmê re bihêz bûye. Kapîtalîzm, bi xwedayê netew-dewletê li ser erdê bihiştê jî, cehnimê jî daye jiyîn. Çînên serwer bihiştê, civakên ku tên perçiqandin jî cehnimê jiyan kirine.
Rêbertiya me dibêje ‘li gor felsefeya kapîtalîzmê, ger însan çiqas bê nirx bibe dê ewqas zêde bibe. Ji ber vê yekê pîvanên nifûsê wê di vê pergalê de sererast nebe. Kapîtalîzm, her kesê kiriye qûrmê her kesê. Ewheliya civakî nemaye. Bi kapîtalîzmê re zayîna netewî xapandinek e. Bêyî kapîtalîzmê jî netew çêdibe. Tê dîtin ku li Ewropaya Rojava ji sedsala 12’emîn ve netew hene’. Ji lewra, rastiya netewê ku bi têgîna netew-dewletê hatiye pêşxistin, hatiye berovajîkirin û hindûrê wî hatiye valakirin xwe bi rêya dewletbûnê pêkan kiriye. Ji aliyê kapîtalîzmê ve manîpulasyona ku li ser têgînê hatiye avakirin hatiye serxistin. Netew-dewlet wekê pûtekê ku were pîrozkirin veguheriye totemê. Civak û gelên ku ne xwedî netew-dewletê ne, weke gelên kêm û nebes hatine dîtin û nirxandin. Birdoziyên sedsala 20’emîn jî bi giranî bi awayekê ku ji vê dîtinê re vekirî şêwe girtiye û di têkoşînên ku hatiye meşandin de şewqa xwe dîtiye. Kapîtalîzm bandora xwe, di xeta demokrasiya civakî, rizgariya netewî û sosyalîzma pêkhatî de nîşan daye. Di her sêyan de avahîbûna feraseta kapîtalîzmê bandor kiriye û ji aliyê çepê ve li ser kapîtalîzmê zêde bûye.
Di kapîtalîzmê de rastiyên ku hatine avakirin henne, ji lewra ev ne rastiyên civakî ne. Ferastea ku kapîtalîzmê ava kiriye, înkarok e. Yên beriya xwe înkar dike. Xwe bê dawî û yê destpêkê dihesibîne. Ji ber vê dîrokê weke bêyî paşeroj û bêyî pêşeroj daye avakirin û dawiya dîrokê jî bi pergala xwe pênase dike. Her tiştê parçe dike, çînayetiyê rawa dike, berjewendîperest e. Mirina qada manewî ye. Bi lîberalîzm û lîberalîzma nû yên ku birdoziyên wî ne, demagoojî ava dike û şilobûnê çêdike. Kapîtalîzm hemu tiştên ku manewî ne kiriye metayek. Kapîtalîzm ji bo dayîna pejirandina birdoziya xwe endustriyalîzma çandî li ser spor, hûner, seks, moda û futbollê belav dike. Tiştên rast vediguherîne yên teqlîd û yên ne rast, bi vê awayê populîzmê vediguherîne pêdiviyekê rojane. Nirxên civakî, bi tûnekirina qada ehlaqî û polîtîk tûne kiriye. Tiştên bingehîn ên civakê dike civak, veguheriye tiştên dijberî civakî. Mînak; bawerî, nirxên manewî û kêfxweşiyê, di çerxa danehevên madî de hatiye hûrkirin, weke bindestên pere di daxwaza bazarê de hatiye şixûlandin.
Kapîtalîzm birdoziya xwe li ser olperestî, netewperestî, zanistperestî û zayendparêziyê ava dike. Post-modernîzm ê ku li ser navê zanistperestiyê tê pêşxistin, bi feraseta dîrokê bi xwe destpêkirin û bidawîkirinê ve, civakê bê paşeroj û bê pêşeroj hiştiye. Kapîtalîzm ê ku dîrokê di kêliyê de teng dike, bi mêyzekirina ku li ser felsefeya ‘tu bi qasî jiyan dikî heyî, jiyana xwe bijî û xwe bide jiyîn’ daye avakirin, kesayet û civakek bê hiş armac kiriye. Bi ajoyên cinsî felsefeya ‘kêliyê jiyan bike’ daye avakirin, bi xapandineke ku têrbûna wê ne gengaz be lêgerînan veguherandiye çanda xeritandinê. Bi çanda tuketîmê him darbeyek pir mezin li tespîta pêwistiyê daye û him jî zêdehiya pêwistiyê weke nîşaneya kêfxweşî û rehetbûnê hesibandiye. Hîn bêhtir mal û milk, hîn bêhtir cil û berg, hîn zêdetir erebe, hîn zêdetir pere, kêfxweşî, xwarin-vexwarin weke tiştekê xwezayî tê nîşandan. Çanda xeritandinê di kesayetê de pêvajoya ji avakirinê qûtbûn, bê kedbûn û li hemberî xwe beyanîbûnê hîn kûrtir kiriye. Kapîtalîzm ê ku li ser pişta mirovan sûwar dibe, rûxmê ku li ser dil, mêjî û zanebûnê sûwar bûye; weke sedemê giranbûna heyî nehatiye dîtin, berovajî li şûna lêpirsînkirina vê çanda kêfxweşbûnê, çanda xeritandinê, cînseltî û girêdanbûna pere derxistiye pêş û van xalan birêxistin kiriye. Li kêleka rawakirina şêweyê jiyana kapîtalîzmê, ji rêbazên şerên derûnî gelek sûd wergirtiye. Bê guman kapîtalîzm bi birdoziya lîberalîzmê kesayetê heya qirkirinê hilkişandiye, şêweyê jiyan û têkiliyan weke ‘nebe nabe’ daye nîşandan. Di kapîtalîzmê de birdoziya dewletê, pergala pîrekkirin û ji hev parçekirina mirovan e. Lîberalîzm, birdoziyeke dijminê civakê ye. Bi jiyanîkirina takekesiyan ne azadî ye. Şerê derûnî şerekê ku 24 seatan dimeşe ye. Ji derveyî şerê çalak hîn bêhtir bi bandor e. Şerê sar, di nêvenga şerê derûnî de ye. Alternatîfa xwe şibandina xwe yê kapîtalîzmê, serkeftinê şerê derûnî ye.
Dê Berdewam Bike: ‘Beşa IX: Olperestî’