NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera Înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşam ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Hatayê ve hate astengkirin.r astengiyê daxuyaniyek da û got: “Di van rojên ku zextên li ser muxalefet û çapemeniya azad zêde de, navnîşana yeniyasamgazetesi1.com a rojnameya me hate astengkirin. Têkildarî astengiya ji aliyê 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Hatayê ve hate kirin, ev hate gotin; ‘Li ser biryara hejmara Kar a D. 25/09/2020’ê ji aliyê Saziya Zanista Teknolojî û Peywendiyan tedbîrên parastinê hatiye pêkanîn’. Lê têkildarî nûçeya mijara astengiyê aliyê me nehatiye erkdarkirin.”
Navnîşana nû ya rojnameyê wiha ye: http://yeniyasamgazetesi2.com