NAVENDA NÛÇEYAN – Duh Azerbaycanê li herêma Ardsaxê (Karabax) ya Ermen lê ne, dest bi operasyoneke mezin kir. Şer hîn dewam dike.
Li gorî nûçeya AHNA’yê Berdevka Fermî ya Wezareta Parastina ya Ermenistanê Shushan Stepanyan ser zimanê serokê Komara” Ardsax” Aryk Harutyunyan ragihand ku çeteyên Sûriyeyê li eniyên şer alîkariya hêzên Azerbîcanê dikin û dewleta Tirk piştgiriya wan dike.
Stepanyan da zanîn ku hêzên çekdar ên Ermenistanê heke li dijî wê êriş çêbibin, dê tedbîran bigire û ew amade ne desteka artêşa parastina Komara Ardsax bike da ku ewlehiya wê biparêze.
Ajansa fermî ya Ermenistanê ARMENPRESS a ku agahiyên xwe dispêrê Navenda Agahiyan a Hevgirtin a Ermenî, Yêrîvan eşkere kir ku 4 hezar çeteyên Sûriyê yên alîgirên Enqereyê li rex artêşa Ezerbeycanê tev li êrişa leşkerî bûne. Her wiha ajansê bi bîr xist ku Navenda Agahiyan a Ermenî kuştina 81 çeteyên Sûriyê piştrast kiriye.